Li Yemenê 8 alîgirên hikumeta Yemenê û 6 endamên El Qaîda hatin kuştin

Li başûrê Yemenê di encama êrişa El Qaîda li ser nuqteyeke ewlehiyê, 8 endamên hêzên alîgirên hikumeta Yemenê û 6 endamên El Qaîda hatin kuştin.

Li Yemenê 8 alîgirên hikumeta Yemenê û 6 endamên El Qaîda hatin kuştin
6 îlon, 2022   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`yê ragihand ku agahiyên xwe dispêre 3 rayedarên ewlehiyê yên hikumeta Yemenê, di encama êrişeke El Qaîda de li ser nuqteyeke girêdayî hêzên “Hîzam Emnî”,  şer û pevçûn derketiye û 3 saetan dom kiriye.

Çavkaniyên ewlehiyê dan zanîn ku di encamê de 8 endamên hêzên alîgirên hikumetê di nav de efserek heye û 6 endamên El Qaîda hatine kuştin.

Hêzên “Hîzam Emnî” ya ku dewleta Îmarat ku endameke Koalîsyona Leşkerî ye wan perwerde dike, bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrişa El Qaîda di çarçoveya hemleyeke leşkerî ya mezin a ku hêzên başûr li dijî terorê ragihandiye de pêk hatiye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Hîzam Emnî çend endamên El Qaîda girtin.

(mh)