Meclisa Malbatên Şehîdan: PDK’ê xiyanetê li kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dike

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê êrişa hevbeş a dewleta Tirk a dagirker û çekdarên PDK’ê li dijî gerîla li herêma Xilêfanê, şermezar kir û bang li PDK’ê kir ku êdî ji dewleta Tirk a faşîst veqete da ku xwîna kurdan ya ji ber kiryarên wê û berjewendiyên dewleta Tirk dirije, raweste.

Meclisa Malbatên Şehîdan: PDK’ê xiyanetê li kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dike
6 îlon, 2022   14:24
KOBANÊ

Daxuyanî li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ya bajarê Kobanê, ji aliyê hevseroka Akademiya Amkîhan Cûdî ya herêma Firatê, Ronahî Hico ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Careke din şervanên gerîla li Başûrê Kurdistanê ketin kemînê, ku di encama vê êrişa hevbeş a artêşa Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de 2 şervan şehîd bûn û 3 birîndar bûn.

Ev ne cara yekê ye ku PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe xiyanetê li gel û doza xwe dike, dîroka vê partiyê tijî xiyanet û rojên reş e. Bi kurt û kurmancî ev partî xiyanet li kurdên li çar parçeyên Kurdistanê dike û xewnên wan tune dike da ku xeyalên xwe pêk bîne.

Hişmendiya vê partiyê êdî bûye hişmendiyeke tirkî, ev jî ne li gor berjewendiyên gelê Kurd e. Îro em di qonaxeke girîng re derbas dibin ku pêwîstiya me bi hevgirtinê ne bi xiyanetê heye. Ji kiryarên PDK`ê diyar dibe ku ji dema di destê dewleta Tirk de bûye amûr, êdî ji nirxan dûr ketiye.

Em bang li PDK’ê dikin ku li biryarên xwe vegere û êdî ji dewleta Tirk a faşîst veqete da ku xwîna ji ber hevkariya wê bi dewleta Tirk re da ku berjewendiyên wê pêk bîne, dirije raweste.

Vebijêrka herî baş ji bo jiyaneke aram ji bo me kurdan, hevgirtin û yekitiya li dijî dijminên me ye.”

(mh)

ANHA