`Em ê êrişa dijminê faşîst bê bersiv nehêlin`

Hevalên şehîdên navenda perwerdeyê, di merasîma bîranîna şehîdan de soza berdewamkirina rêya hevalên xwe dan û gotin ew rijandina xwîna hevalên xwe bê bersiv nahêlin.

`Em ê êrişa dijminê faşîst bê bersiv nehêlin`
6 îlon, 2022   14:49
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna şehîdên ku di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li dijî navenda perwerdeyê ya li gundê Şemoke yê rojavayê Hesekê de şehîd bûne, merasîmek li dar xist.

Di 18`ê Tebaxê de balafireke dewleta Tirk a dagirker êrişî navendeke perwerdeya zarokên keçîn kir ku di encamê de 4 zarok şehîd bûn; Dîlan Izedîn, Zozan Zêdan, Ranya Ata û Diyane Elo şehîd bûn û 11 zarokên din birîndar bûn. Roja yekşemê zaroka birîndar Slava Remadan şehîd bû.

Merasîm li hola Reşo ya bakurê Hesekê li dar ket. Tê de endamên Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan hazir bûn.

Di merasîmê de, bi navê Navenda Perwerdeya ya zarokên keçîn Renda Bekir axivî û sersaxî da malbatên her 5 şehîdan û got: “Êdî dijmin li hember girêdana me bi dozê û berxwedana me tehemul nake. Ew ji perwerdekirina me ditirse û ji ber wê êrişî me dike da ku vîna me zaîf bike.”

Renda Bekir wiha domand: “Em rijandina xwîna hevalên xwe bê bersiv nahêlin. Em hêzê ji şehîdên xwe digirin û berxwedana xwe mezin dikin. Em ê hêsîrên dayîkan bikin gule û li singê dijminan bidin.”

Renda Bekir di dawiyê de got: “Em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ê bersivê bidin êrişên dijmin. Em li hember wan êrişan zaîf nabin.”

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Medya Ebdurehman axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker çi dike bila bike lê nikare îsrar û vîna me têk bibe. Berovajî wê, em hêzê ji fedakariyên şehîdan digirin.”

Medya Ebdurehman komkujî û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku gelê herêmê xwediyê doz in ku li ser fikrê rêber Abdullah Ocalan ava bûye û dê her tim wefedarê şehîdan bin.

Di dawiya merasîmê de sînevizyonek têkildarî jiyana her sê şehîdan hate pêşandin.

(dm)

ANHA