Gelo dê hikumeta Şamê û dewleta Tirk li hev bikin?

Lêkolîneran lihevhatina hikumeta Şamê û dewleta Tirk di demeke nêzîk de, dûr xist tevî ku armanca wan a hevbeş redkirina her projeyeke demokratîk e.

Gelo dê hikumeta Şamê û dewleta Tirk li hev bikin?
6 îlon, 2022   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN – EHEMD SEMÎR

Piştî civîna li Tehranê ya 19'ê Tîrmeha borî ya di navbera serokên Rûsya, Îran û dewleta Tirk a dagirker de û civîna li Soçiyê ya di navbera serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan de, rejîma Tirk daxuyanî dan ku behsa lihevhatineke muhtemel bi hikumeta Şamê re kir.

Rayederên hikumeta Şamê ji bo lihevhatina bi dewleta Tirk re gelek şert danîn, ya sereke hêzên dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê derkevin û desteka bi komên çete re rawestîne.

Heman demê behsa nûjenkirina Lihevkirina Edeneyê tê kirin ku di sala 1998'an de di navbera hikumetên Şam û Enqereyê de hatibû îmzekirin da ku dewleta Tirk hegemonyaya li kûrahiya 30 km xaka Sûriyê bisepîne.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû partiyên xwe lihevkirineke muhtemel bi dewleta Tirk a dagirker re red dikin.

'HEKE LIHEVHATINEK ÇÊBE DÊ REWŞA WAN NE BAŞ BE'

Şîrovekarê siyasî û berpirsê têkiliyên giştî yê Navenda Firat a Lêkolînan Welîd Çolî diyar kir ku şêniyên li herêmên dagirkirî ji ber şerê li Sûriyê, bi taybet ê bi rejîmê re û şerê navxweyî yên ku ji ber operasyonê di biryarên xwe de xwe spartin dewleta Tirk, gelek ziyan dîtin.

Çolî diyar kir ku şêniyên wan herêman dibînin ku heke lihevhatinek di navbera rejîmên Tirk û Sûriyê de pêk were wê çarenûsa wan tunebûn be û wiha domand: "Şênî qebûl nakin ku bi tu awayan di bin desthilata rejîma berê bijîn. Hinek şênî hene ku malbata wî bi temamî bi destê vê rejîmê hat qetilkirin. Opozîsyon û komên çekdar wan hikum dikin, ev nayê wateya ku hemû terorîst in. Niştecihên van herêman ji ber şerê dijwar ê ku li Xûta, Himus û Idlibê û veguhertina wan bo cihekî din, hatin kontrolkirin. Ji ber vê yekê her lihevhatinek wê ji bo rewşa wan ne baş be."

Serokê Platforma Almanî ya Kurdî Yûnis Behram jî bal kişand li ser xwepêşandanên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û wiha domand: "Herêmên di bin kontrola rêxistinên terorîst de ku rasterast desteka xwe ji Tirkiyê digirin, veguherîne xwelî û goleke ji agir."

Behram diyar kir ku dibe ku Tirkiyê van rêxistinan bifiroşe Rûsya û rejîma Şamê li beramberî ku "ewlehiya xwe ya neteweyî" biparêze mîna ku îdia dike wekî ku çawa ev li Xûta, Himis û Helebê firotin rejîmê.

Behram serhildanên li herêmên dagirkirî wekî "zexta ku biteqe" bi nav kir û wiha domand: "Xelkên li wir ji pêwîstiya wan bi biryareke siyasî û leşkerî heye ku wan ji belaya dagirkeriyê xilas bike. Li vir pirs, gelo QSD'ê dikare banga şêniyên me yên li wir bi cih bîne mîna ku banga xwişk û biraryên me yên li Dêrazor û Reqayê bi cih anî?"

‘LI HEV DIKIN KU PROJEYEKE KURDAN TUNE BE’

Çolî destnîşan kir ku rejîma Tirk di salên aloziyê de derbên giran li rejîma Şamê xist û got: "Her wiha berjewendiyên Îranê jî li herêmê hene, xala ku li ser lihev dikin ew e ku projeyeke kurdî tune be ku bandorê li destûra Sûriyê ya navendî bike. Madem Kurd vê projeyê bi rêve dibe, her sê alî li ser têkbirina vê projeyê li hev dikin, ev bende dîrokî ye û ne îro ve ye. Di 20 salên dawî de, dema ku Tirkiyê sînorê dewleta Xwe xist rojevê û nîqaş û lihevkirinên wê bi dewletên derdorê re ji bo parastina sînorê hevpar û tunekirina her serhildanên kurdî di  hundirê sînorê dewletên Sûriyê, Iraq, Îran û Tirkiyê de, ev siyaset heta roja me ya îro dewam dike."

'ARMANCA SEREKE YA RÛSYAYÊ SÛRIYA NAVENDÎ VEGERE'

Welîd Çolî diyar kir ku armanca sereke ya Rûsya ew e ku navendî li Sûriyê vegere da ku berjewendiyên xwe biparêze û got: "Ne ji berjewendiyên Rûsya ye ku sîstemeke nenvendî li Sûriyê hebe. Dibe ku ev yek di pêşerojê de bandorekê li têkiliyên Sûriyê yên navneteweyî, bi taybet bi Amerîkayê re bike. Rûsya di vê mijarê de hişyar e, lewra berjewendiyên ku li Tehranê hatine destnîşankirin, li ser vî esasî bû."

'REJÎMA LI TIRKIYÊ NE REJÎMEKE NETEWEYÎ YA RASTEQÎN E'

Çolî her wiha destnîşan kir ku şopdarên rewşa Tirkiyê wê bi teqez texmîna vegera têkiliyên Tirkiyê-Sûriyê bike û got: "Tirkiye her tim gelê Kurd dixe hesaban. Rejîma li Tirkiyê ne rejîmeke neteweyî ya rasteqîn, lê li ser beşeke tirk a teng hatiye damezirandin ku netewe û çandin din red dikin hebûna Kurdan înkar dikin."

Çolî her bazarek li gel lihevhatina tirkî-sûrî dûr dixîne û wiha domand: "Rûsya û Amerîkayê hewaya herêmê kontrol dikin, ya ku dikarin bikin qada hewayî li ber balafirên wê yên bê mirov vekin."

Welîd Çolî anî ziman ku dûr e ku rejîma Tirk dev ji opozîsyonê berde û hêzên xwe ji herêmên Ban û Idlibê vekişîne.

‘PLANÊN TIRKIYÊ YÊN DAGIRKIRINÊ DÊ RÛSYAYÊ BI HÊRS BIKE

Çolî anî ziman ku dibe Tirkiyê hîn tawîzan bike û got: "Dibe ku hin sozên vekişandina ji herêmên Sûriyê bide, lê planên Tirkiyê yên li herêmî, wekî projeyên guhertina demgorafî û nîşaneyên herêmê îsbat dike ku çarenûsa van herêman wê mîna Lîwa Iskenderon be. Wê pirsgirêk mezin be, ne mumkine ku rejîma Sûriyê bersiva Tirkiyê bide, dibe ku pirsgirêk di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de çêbibe. Dosya û kaxezên Tirkiyê di destê Rûsyayê de hene ku dikare pê bandorê li Tirkiyê bike."

'XIRABÎ, KUŞTIN Û KOÇBERIYEKE NÛ LI BENDA SÛRIYAN E'

Têkildarî rewşa herêmê heke lihevhatineke nû çêbibe, Çolî got: "Heke lihevhatineke çêbibe, komên girêdayî dagirekriya Tirk wê sûdê ji rewşa heyî bigirin, ji ber ku nasnameya tirkî wergirtine û bûne welatiyên Tirk, her biryareke siyasî wê bandorê li wan neke. Di encamê de wê xirabî, wêrankirî, kuştin û koçberiyeke nû rû bide, ne mumkine ku niştecihên wan herêman li gel xalên lihevkirî, bijîn."

'DIVÊ ZEXT LI TIRKIYÊ WERE KIRIN DA KU ÊRIŞÊN XWE RAWESTÎNE'

Çolî bang li civata navneteweyî kir ku helwesteke yekbûyî li ser asta Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Yekitiya Ewropayê nîşan bidin û çareseriyekê ji êrişên Tirkiyê yên bi balafirên keşfê re bibînin û got: "Ji ber ku ev yekê bandorekê li qada aborî, jiyanî û dirûnî dike û rewşeke bêîstiqrar li herêmê ava dike, ev jî ne li gorî berjewendiyên Amerîka û Yekitiya Ewropayê ne. Şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê êdî li herêmê çalak dibin, ev ne li gorî berjewendiyên tu kesî ye. Ji ber vê yekê divê zext li Tirkiyê were kirin da ku êrişên bi balafirên keşfê yên bê mirov rawestîne."

Yûnis Behram diyar kir ku bakurê rojavayê Sûriyê ji ber du dagirkeriyan azaran dikişîne û wiha pê de çû: "Ya yekemîn rejîma Tirk e ku weke dewleteke cîran dixwaze qada dagirkeriya xwe berfireh bike û osmaniya nû ava bike. Ji ber vê yekê li wan herêman pere, ziman û gelek nîşaneyên jiyan guhertin. Ya din jî rêxistinên terorîst ên îslamî ne ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin. Ev rêxistin di bin navê opozîsyona nîştimanî ya sûrî û nasnameya olî de jiyana mayî ya niştecihên xwecehî desteser kirine. Ev rêxistin çeteyên Erdogan in ku ji bo wî li Sûriyê, Kurdistan, Lîbya, Azerbeyan û Tirkiyê şer dikin."

Têkildarî lihevhatineke muhtemel di navbera Şam û Enqere de Behram got: "Tenê hewldaneke binkeftî ya heî du aliyan e da ku tecrûbeya demokratîk a li Rojava ji bo xizmeta dîktatoriya sîstemên xwe û palanên xwe yên berfirehkirinê li ser hesabê gelên herêmê, têk bibin.

Yûnis Behram pirsa gelo wê ev her du dîktagor di normalîzekirinê de hêviyên xwe li Sûriyê, bi taybet li herêmên derveyî serweriya wan de bi cih bînin kir û wiha domand: "Bawer nakin. Ji ber ku li ser erdîngariya Sûriyê zêdetirî lîstikvanekî heye ku rol dilîzin û giraniya wan di tercîhkirina dengeyên siyasî û leşkerî li wir de hene. Ji wê zêdetir hemahengî di navbera şertên wan de tune ne. Rejîm dixwaze Tirkiyê ji tevahî xaka Sûriyê derkeve û Tirkiyê dixwaze herêmên bi gaz û petrolê dewlemend in dagir bike da ku deste deyen ser aboriya Sûriyê. "

'DÊ TIRKIYE GELEK TAWÎZAN BIDE LI BERAMBERÎ KU KURD TIŞTEKÎ BI DEST NEXIN'

Behram îşaret pê kir ku Tirkiyê wê her tiştî bike li beramberî ku Kurd tiştekî bi dest nexin û diyar kir ku rejîma Şamê dixwaze demê qezenc bike û gefên Tirkiyê yên derbasbûna herêmên Rojava bi kar bîne da ku miqdareke mezin ji tawîzan ji Kurdan bigire.

Der barê çarenûsa komên terorîst ên îslamî de Behram diyar kir ku çarenûsa wan tê talûke be ku mîne  çete tên firotin û bikaranîn û derveyî sînorê Sûriyê ji eniyekî sewqî eniyek din tên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tirkiyê wê wan bifroşe mîna ku ew li Xûta, Himus û Helebê bi navê çareseriyan efirotin piştre ew tesfiye kirin. Di dawiyê de divê yê biaqil bifikire ku çawa Erdogan bi pereyên erebî yên qeterî mêrên erebî wekî çeke kirin, da ku bi wan şer bike û bajarên Ereban dagir bike û tev li Tirkiyê bike."

ANHA