​​​​​​​TEV-DEM: Divê gel li hemberî siyasetên PDK'ê rabe

TEV-DEM'ê êrişa çekdarên PDK'ê ya li ser gerîlayan wek sûcekî dîrokî bi nav kir û bang li raya giştî ya Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK'ê rabin.

​​​​​​​TEV-DEM: Divê gel li hemberî siyasetên PDK'ê rabe
6 îlon, 2022   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişa çekdarên PDK’ê û artêşa Tirk a dagirker a li ser gerîlayan a li bajarokê Xelîfanê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Wekî ku dihat texmînkirin, hêzên PDK'ê li kêleka artêşa Tirk a dagirker êrişî gerîlayan kir.

PDK bi awayekî eşkere û rasterast û bi hemû îmkanên madî û manewî destekê dide artêşa Tirk a dagirker. Torên ajanan bi rêxistin dike da ku derbasbûna sewqiyatên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker hêsan bike û alîkarî û kanalên peywendiyê di navbera komên gerîlayan de qut bike, her wiha berxwedana gerîla asteng bike û dorpêça li ser artêşa Tirk a faşîst a ku destekê ji NATO'yê digire, rake. Tevî van hemûyan artêşa Tirk a dagirker nikarî tu encaman bi dest bixe û li herêmên Metînayê bi bin ket.

Piştî tevgerên hêzên PDK'ê yên ji demeke dirêj ve li gelek Herêmên Parastinê yên Medyayê, herî dawî mil bi mil bi artêşa Tirk a dagirker re li herêma Xelîfanê kemînek ji hevalên gerîla re danî û hinek ji wan şehîd xistin. Bi vê yekê şerê xiyanetê li dijî berxwedana gerîlayên şoreşger û li dijî îradeya gelê Kurd bi giştî ragihand, bi vê yekê destkeftî û îradeya gelê me ya ku bi fedakariyên dîrokî yên mezin hatin bidestxistin, dixe xetereyê.

PDK'ê ajantî û xiyaneta li gel û nirxên exlaqî û yên neteweyî bi erzanî dide da ku li ser hesabê xwîn û fedakariyên gelên me yê Kurd û tevahî gelên herêmê xizmetê dijminê herî hov ê gelê Kurdistanê bike. Ruxmî soz û peymanên ku desthilata vê partiyê dane ku rijandina xwîna Kurdan xeta sor e, lê sozên xwe binpê dike û girêdana xwe bi dagirkeriya Tirk re ragihand.

Bi vê yekê dewleta Tirk a dagirker PDK xistiye nav dubendiya xiyaneteke mezin ku derketina ji wê jî ne hêsan e. Ev plana faşîzmê ne tesaduf bû, lê encama rewşa qada siyasî ya Iraqê û aloziya ewlehiyê ne ku rê li ber destwerdan û siyasetên qirêjî yên dewleta Tirk a dagirker li herêmê û Kurdistanê vekir.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hemû hêzên siyasî û neteweyî, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, rojnamevan, hunermend, birayên me yên pêşmergeyên welatparêz ên azad, rêxistinên jin û ciwanan dikin ku ji siyaset û planên PDK'ê hişyar bin ku bi desteka artêşa Tirk a dagirker sûcên dîrokî pêk tîne. Ev sûc li ser tevahî hêzên siyasî û nîştimanî yên li tevahî Kurdistanê xetere ye. Her wiha em bang li gelê xwe û tevahî gelan dikin ku li hemberî dagirkeriya Tirk rabin, piştgiriyê bidin berxwedana rûmetê ya gerîlayên leheng û li derdora wan kom bibin."

ANHA