​​​​​​​Rûken Mele Îbrahîm: Dewleta dagirker hewl dide vîna jinan têk bibe

Cîgira Seroka Desteya Jinê a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û li ser jinan şermezar kirin û diyar kir ku ev polîtîkayên dewleta Tirk ji bo valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

​​​​​​​Rûken Mele Îbrahîm: Dewleta dagirker hewl dide vîna jinan têk bibe
6 îlon, 2022   04:33
REQA – ALA EL ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, ev êriş piştî hevdîtina serokê Rûsyayê Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Erdogan a li Soçiyê û civîna sêalî ya serokên Îran, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker a li Tehranê zêdetir bûn.

Der barê mijarê de cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm li ser sûcên dagirkeriya dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û wiha got: "Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên biçek herêmên sînorî dike hedef. Ew her tim herêmê û di serî de jinan dike hedef, ya dawî jî hedefgirtina Til Rifetê bû ku gelek zarokan tê de bûn qurbanî."

Dewleta Tirk a dagirker di 24’ê Tebaxê de navenda navçeya Til Rifetê bi balafireke bêmirov a biçek kir hedef û di encamê de jinek jî di nav de, 4 welatî şehîd bûn. Beriya wê bi hefteyekê jî, dagirkeriya Tirk navendeke perwerdeyê ya zarokên keçîn ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye û 2 km dûrî mezintirîn baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye, kir armanc. Di vê êrişê de 4 zarokên keçîn şehîd bûn û 11 birîndar bûn."

Rûken Mele Îbrahîm axaftina xwe wiha domand: "Dibistana ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin, bi peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Neteweyên Yekbûyî de hate avakirin. Di dibistanê de zarokên ku tev li Yekîneyên Parastina Jin bûbûn, hebûn; lê ji ber ku biçûk bûn, ji nav yekîneyan hatine derxistin û li gorî peymanê li vê navendê dihatin parastin."

‘DEWLETA TIRK HEWL DIDE PROJEYA XWERÊVEBERIYÊ TÊK BIBE’

Rûken Mela Îbrahîm êrişên li dijî sivîl, zarok, jin û fermandarên jin şermezar kirin û da zanîn ku armanca dewleta Tirk bi zêdekirina êrişên li ser herêmê, tirs û xofê di nava gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de belav bike û wan koçber bike, her wiha projeya Rêveberiya Xweser jî têk bibe.

Rûken Mele Îbrahîm her wiha helwesta "dewletên garantor" ji êrişên dewleta Tirk rexne kir û wiha got: "Hêzên Sûriya Demokratîk ne êrişî sînorê Tirkiyê kirin, ne jî êrişî kesî kirine; lê di heman demê de dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de, çi ji aliyê Rûsya û çi ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve, berê agirê xwe da herêmê."

Rûken Mele Îbrahîm ji bo parastina welatiyan û herêma ku bi fedakariya şehîdan hatiye rizgarkirin, banga qedexeya hewayî li ser hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

'EM Ê BI AWAYEKÎ XURT LI HEMBER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BISEKININ'

Der barê êrişên dagirkeriya Tirk û hedefkirina jinan de Rûken Mele Îbrahîm wiha got: "Tişta ku em dibînin bi taybetî hedefgirtina jinan e. Dagirkeriya Tirk ji bo têkbirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi navê Şoreşa Jinê hatiye naskirin û di warê leşkerî, rêveberî û siyasî de gelek pêşeng û fermandarên çêkirin, vê yekê dike.

Rûken Mele Îbrahîm her wiha got: "Dixwazin vê îradeyê, vîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkînin, ji ber vê yekê fermandar û pêşengên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, lê helwesta jinan xurt bû û li dora şehîdên xwe kom bûn. Çalakiya konvedanê ya li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê, baştirîn îspat e ya redkirina hemû cureyên êrişan."

Cîgira Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan û rizgarkirina hemû axa dagirkirî da.

Ev 20 roj e şêniyên herêma Cizîrê li ber avahiya Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê xwepêşandanekê li dar dixin û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk şermezar dikin û banga girtina qada hewayî li ber balafirên Tirk dikin.

(hs)

ANHA