Welîd Mitêran: Divê partiyên nîştimanî li çareseriyê bigerin

Parêzerê sûrî Welîd Mitêran got destwerdana derve di Sûriyê de rewşê xirabtir dike û çareseriya siyasî dereng dixe û diyar kir ku krîza ku civata navneteweyî di encama şerê Ukraynayê de tê re derbas dibe, derfetek e ji sûriyan re ji bo dîtina çareseriyekê.

Welîd Mitêran: Divê partiyên nîştimanî li çareseriyê bigerin
6 îlon, 2022   03:35
REQA

Parêzer Welîd Mitêran beşdarî Komxebata Şêwirê ya li Reqayê bû ku 2-3'yê Îlonê ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongra Hêz û Kesayetên Nîştimanî yên Demokratîk li Sûriyê ve, hat lidarxistin. Mitrêran ji ANHA'yê re axivî.

/kr/uploads/files/2022/09/05/183808_-.webp

Li ser astengiyên ku li pêşiya çareseriya Sûriyê derdikevin, bi taybetî destwerdana derve di kar û barên Sûriyê de û talankirina îradeya gelê Sûriyê, parêzer Welîd Mitêran wiha got: "Her destwerdaneke derve, bi taybetî Tirkiye û Îran, li Sûriyê rewşê xirabtir dike, çareseriya siyasî paş dixe û gelê Sûriyê koçber dike.''

Mitêran got divê hemû hêzên biyanî yekser ji Sûriyê derkevin, gelê Sûriyê bi azadî dikare kar û barên welatê xwe bi rê ve bibe.

Mitêran bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê û got: "Ti cudahî di navbera kurd, elewî, şîe, sunnî û kesên din de nîn e. Em hemû birayên hev in û yekgirtî ne. Em ji bo avakirina welatê Sûriyê, amade ne berdêlên giran bidin."

Li ser asoya çareseriyê, parêzerê sûrî got: "Eger gelê Sûriyê û bi taybetî serokên partiyên nîştimanî li Sûriyê li hev bikin û bernameyeke zelal û eşkere diyar bikin, em dikarin hêzek mezin ava bikin ku pê zextê li civata navneteweyî bikin, nemaze ku ew di tevliheviyekê de dijî, şerê Ukraynayê û krîza Taywanê heye."

Parêzer Welîd Mitêran herî dawî wiha got: "Civata navneteweyî di kaosê de ye û ev derfetek e li pêşiya partiyên nîştimanî yên Sûriyê yên ne girêdayî ajandayên derve da ku çareseriyeke zelal û birêkûpêk ji Sûriyê re bibînin ku nûneratiya hemû aliyên xwedî mafê welatîbûnê bê cudahî dike."

(hs)

ANHA