Dayîka şehîd Ferhad Şiblî: Zarokên min bi destê nokeran şehîd bûn, PDK`ê jî cihê xwe di êrişên dagirkeriyê de girt

Dayika her du şehîdan Ferhad Şiblî û Îsam Dêrik bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî xiyanetkarên ku rê li ber artêşa Tirk a dagirker vedikin da ku Kurdistanê dagir bikin, rabin ser piyan û got: "Zarokên min bi destê xayinan şehîd bûn, PDK jî  bi dagirkeran re beşdarî êrişên li dijî gerîla bû."

Dayîka şehîd Ferhad Şiblî: Zarokên min bi destê nokeran şehîd bûn, PDK`ê jî cihê xwe di êrişên dagirkeriyê de girt
5 îlon, 2022   23:30
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), didomîne. Ev jî ji aliyê gelên ku li ser erdnîgariya Kurdistanê bi hev re dijîn, bi awayekî berfireh tê şermezarkirin.

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe ya berê de bal kişand ser metirsiya polîtîkayên parçekirin û xiyanetê yên li ser Kurdistanê û ji ber ku xizmeta dijminên gelê Kurd dikin, ew weke nexweşiya penceşêrê bi nav kir û got: "Şerekî qirkirinê heye ku her cure hêzên emperyalîst tê de beşdar dibin. Ji ber vê yekê em di nava rewşeke jiyanî ya xweparastinê de ne. Sed sal berê siyaseta lawazkirin, perçekirin û birêvebirina bi awayên herî xerab hebû, ku wek penceşêrê di laşê Kurdistanê de belav dibe û rêya xiyanetê di nav gelê kurd de belav dike."

Rêber Abdullah Ocalan ku bi van gotinan balê dikşîne ser nêzîkatiyên PDK'ê wiha dibêje: "Xiyaneta ku hinek aliyên kurdî li Kurdistanê didin meşandin, xizmeta berjewendiyên dijmin dikin. Em dixwazin vê polîtîkayê rawestînin. Hesabgiriya me bûye pêngava dawî ya hesabpirsîna dîrokî û di vê hesabê dîrokî de dê hêzên gel bi ser kevin ku bûye beşek ji PKK`ê." 

Têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi beşdariya PDK li ser erdnîgariya Kurdistanê dide meşandin, dayîka her du şehîdan Ferhad Şiblî û Îsam Dêrik, Şêrîn Omer ji ajansa me re axivî û got: "Zarokên min bi destê xayinan şehîd bûn, PDK'ê jî beşdarî êrişên dagirkeriyê yên li dijî gerîla bû."

'LI ŞÛNA KU PDK`Ê DERBAN LI GELÊ XWE DIXE, DIVÊ LI DERDORA DOZA GELÊ XWE KOM BIBE'

Şêrîn Omer bang li PDK'ê kir ku li dor doza gelê xwe bicive û  tev li berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) bibe, li şûna ku alîkariyê pêşkêşî dagirkeriya Tirk dike û rêyan ji wan re vedike da ku artêşên wan ji rewşa xetimînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê rizgar bike. Şêrîn Omer herwiha got: "Dijmin hewl dide îradeya gelê Kurdistanê bişikîne. Bi ferzkirina xiyanet, îxanet û sîxuriyê, hewl dide Kurdistanê ji hundir ve lawaz bike û me neçar bike ku em teslîm bibin."

Di 17’ê Nîsana 2022’yan de dewleta Tirk li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna li Başûrê Kurdistanê êrişeke dagirkeriyê ya berfireh da destpêkirin. Gerîla ji wê demê ve heta niha li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, berxwedaneke dîrokî dimeşînin.

Şêrîn Omer her wiha got: "Her dema ku artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan têk diçe, berê xwe dide PDK'ê û alîkariyê jê dixwaze."

Şêrîn Omer bang li PDK'ê kir ku ji piştgiriya xwe ya ji bo artêşa dagirker paşve vegere, ku ev yek dê bibe sedema şerekî di navbera kurdan de.

Dayîka şehîd Ferhad Şiblî, hikumeta Başûr ji hedefgirtina şehîd Ferhad berpirsyar dît û wiha got: "Ev êriş di çarçoveya şerê ku dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne de pêk tê. Ew jî bi dagirkirina gelek herêman û hedefgirtina gelek kesayetên re tê kirin ku di nava projeya demokratîk de cih digirin."

Di 17’ê Hezîrana borî de balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Kelar a Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê wesayîtek kir hedef. Di encamê de cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûn.

Li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên ku dijmin li dijî kur û keçên wan pêk tîne, dayika şehîd Ferhad wiha got: "Şehadeta wan biryardariya me ya berxwedan û têkoşînê zêdetir kir. Em weke malbatên şehîdan soz didin bi xwîna kur û keçên xwe ku li dijî êrişên li ser hebûn û vîna me têkoşînê mezin bikin û em ê heya serkeftinê ti carî gavê paşve nevêjin."

"Divê em bi erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin û bi tolhildana ji dijmin rola xwe bilîzin." Dayika her du şehîdan Ferhad Şiblî û Îsam Dêrik bi vê hevokê dawî li axaftina xwe anî û bang li hemû gelan kir ku li dijî êrişên dijminên ku rojane hebûna wan dike hedef, rabin ser piyan.

(hs)

ANHA