Hiqûqnasên Ereb: Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e

Hiqûqnasên Ereb ên bajarê Reqayê diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ne rewa ye û li dijî maf û qanûnên navneteweyî ye.

Hiqûqnasên Ereb: Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e
6 îlon, 2022   01:50
REQA

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne; nahêle parêzer û malbata wî biçin serdana wî û di girtîgeha Îmraliyê de cezayên herî giran lê ferz dike. Tevî gelek bangên ji bo serdana wî jî, dewleta Tirk a dagirker hemû daxwazan red dike.

Der barê mijarê de ajansa me nêrînên hiqûqnasên li bajarê Reqayê girtin.

/kr/uploads/files/2022/09/05/183925_-2.webp

Parêzer Xedîce Bedewî got: "Di vê şêwirê de gelek hiqûqnasên girîng ên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê, beşdar bûn."

Berî çend rojan Şêwira Hiqûqê ya Demokratîk ji bo nîqaşkirina şert û mercên ku rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê tê de dimîne, pêk hat.

Xedîce Bedewî her wiha got: "Ev tecrîd kiryareke qirêjî û binpêkirina mafên mirovan e. Ji ber ku sûcê hatibe kirin çi be jî, her girtî xwedî mafekî mirovî ye ku divê jê neyê bêparkirin. Dewleta Tirk a dagirker jî bi awayekî eşkere mafên rêber Abdullah Ocalan binpê dike û wî ji mafên wî yên herî bingehîn bê par dihêle."

Xedîce Bedewî herî dawî got: "Ji bo ku li ser vê mijarê were sekinandin û dawî li tecrîd û dorpêça li ser rêber Abdullah Ocalan bê anîn, me di hevdîtinên xwe de jî ji bo vê yekê bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kiriye."

/kr/uploads/files/2022/09/05/183942_-1.webp

Parêzer Mehmûd Hemşo jî der barê mijarê de wiha got: "Tecrîda ku li ser rêber Ocalan tê meşandin, di bin şert û mercên nediyar û komploya gelek welatan de, tecrîdeke ne rewa û derqanûnî ye. Girtina wî bi awayekî keyfî bêyî biryara girtinê yan jî tu sûcekî li dijî wî hebe, hate kirin. Tu têkiliya vê girtinê bi qanûnan re nîn e." 

Parêzer Mehmûd Hemşo her wiha got: "Ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan divê pêşniyar bên kirin. Baştirîn çareserî jî lidarxistina kongreyekê li Bakurê Sûriyê ye û anîna hiqûqnasên ku piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin û bi ramana rêbertiyê bawer in. Her wiha ji bo rakirina tecrîdê lidarxistina civînekê bi wan re. Di heman demê de, li ser asteke berfireh a herêmî û navneteweyî belavkirina fikirê rêbertî û bidesxistina piştgiriyeke navneteweyî."

Hemşo destnîşan kir ku fikirê rêber Ocalan fikireke mirovî û demokratîk e û banga belavkirina aştiya mirovî di nava civakan de dike.

Hemşo axaftina xwe wiha domand: "Rêxistinên ku ji rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan berpirsyar in, diviyabû her sê mehan carekê biçûna Tirkiyeyê da ku serdana rêbertî di cihê ku dîl hatiye giritin, bikirana û rêgezên hudirîn ên vê rêxistinê pêk anîban, lê mixabin siyaseta ku ji aliyê sîstemên navneteweyî ve tê meşandin eşkere ye û diyar dibe ku tenê carekê û di bin çavdêriya desthilata Tirkiyê de çûye û piştî wê serdanê, karê xwe rawestandiye. Tenê ev bû ya ku CPT’yê pêk aniye.”

Parêzer Mehmûd Hemşo herî dawî got: "Tenê fikrê neteweya demokratîk dikare tecrîda li ser rêber Ocalan rake. Ji ber ku fikireke mirovî ya aştiyane ye ku armanc dike aramî û ewlehiyê li hemû civakan belav bike û hemû pirsgirêk û aloziyên civakan çareser bike."

(hs)

ANHA