Êlên Ereb û Kurd ên Til Temirê: Em amade ne li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin

Êlên Ereb û Kurd ên Til Temirê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re civiyan û destnîşan kir ku ew amade ne li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin. Her wiha gotin ew hewldanên dagirkeriya Tirk red dikin ku hewl dide şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser derxe.

Êlên Ereb û Kurd ên Til Temirê: Em amade ne li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin
5 îlon, 2022   12:25
HESEKÊ

Nivîsgeha Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên siyasî, ewlehî û leşkerî yên li herêmê civînek bi rûspiyên êlên Ereb û Kurd ên navçeya Til Temirê re li dar xist.

Civîn li hola civînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Til Temirê li dar ket û bi dehan rûspiyên navçeyê, endamê rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Enwer Elî, endama rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeyê Ronahî Mihemed û endamê rêveberiya Hêzên Natorê yên Deşta Xabûr Robêrt Îşo beşdar bûn.

Di civînê de Enwer Elî geşedanên têkildarî aloziya Sûriyê, li gel nakokiya hêzên navneteweyî li ser berjewendiyan li Sûriyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şîrove kirin.

Elî diyar kir ku di encama mudaxeleya hêzên kapîtalîst di Sûriyê de û binpêkirina serdestiya welêt,xw di serî de dewleta Tirk a dagirker, temenê aloziyê dirêj bû û her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide xeyalên Osmaniyan vejîne û ji bo wê dikare komkujiyên din li dijî gelên herêmê pêk bîne.

Elî diyar kir ku hikumeta Şamê Sûriye gihand vê rewşê û aloziya li welêt girêktir kir û got: “Ji ber ku ji destpêkê ve pêkanîna guhertinan red kir û vebijêrka leşkerî pejirand li şûna diyalogê, ji ber ku diyaloga bi Rêveberiya Xweser red kir, axa welêt hat dagirkirin.”

Elî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û fişarên siyasî ji aliyê gelek dewletan ve li ser Rêveberiya Xweser û got: “Ew naxwazin ev alozî bi dawî bibe, da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.”

Elî îşaret pê kir ku ew alî bi rêya tunekirina projeya Rêveberiya Xweser dixwazin temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bikin, ji ber ku çareseriya yekane ye ku azarên sûriyan bi dawî dike.

Beşdaran li ser girîngiya xweparastinê di vê pêvajoyê de, pişta xwe nedin aliyên navneteweyî, parastina herêmê bikin, nexasim li hember bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û pêkanîna komkujiyan bi taybet bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û Rûsyayê, destnîşan kirin.

Der barê girîngiya civînê û nêrîna beşdaran de nûnerê êla El Şerabîn ê Til Temirê Ehmed Xidir ji ajansa me re axivî û got: “Beşdaran destnîşan kir ku dev ji axa xwe bernadin. Ew dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û her mudaxeleyeke derve di kar û barên Sûriyê û pêşeroja wê de red dikin. Her wiha diyar kirin ku duvê hesab ji ajanên bê xwestin.”

Li gorî Xidir beşdaran teqezî bi pêwîstiya parastina herêmê ji hewldanên derxistina tevliheviyê, pêkanîna yekitiyê li hember êrişan bi taybet êrişên dewleta Tirk a dagirker û pêwîstiya tunekirin û derxistina dagirkeriyê ji Sûriyê kir.

ANHA