Çalakiya konvedanê: Em ê piştgiriya hêz û şervanên xwe bikin

Çalakiya konvedanê ya şêniyên herêma Cizîrê ya li ber Navenda Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê, di roja 25'yan de dewam dike. Çalakgeran soza piştgiriya hêzên xwe leşkerî da.

Çalakiya konvedanê: Em ê piştgiriya hêz û şervanên xwe bikin
5 îlon, 2022   11:34
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakî-Jin bi hevkariya Kongra Star ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û banga girtina qada hewayî ya herêmê, 12`ê Tebaxa derbasbûyî çalakiya konvedanê li ber Navenda Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê da destpêkirin.

Di roja 25`yan de, endamên HPC`ê yên navçeya Dêrikê û bi dehan şêniyên Qamişloyê herikîn bin konê çalakiyê.

Ji rêveberiya HPC’ê Omer Yûsif axivî û got: “Em ji Neteweyên Yekbûyî re dibêjin, hûn dibêjin em mafên mirovan didin lê piştgiriya dewleta Tirk dikin. Armanca dewleta Tirk, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û Împaratoriya Osmanî vejîne, zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê û gelê Kurd tune bike. Rojane zarok û jinan dike hedef. Neteweyên Yekbûyî van êrişan dibîne lê bê deng dimîne. Em ê piştgiriya şervanên xwe bikin û em ê bi hêza xwe û gelê xwe bersiva dagirkeriyê bidin.”

(hh)

ANHA