Sersaxî ji malbata şehîd Mervan Dêrik re hat xwestin

Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Esed Selahedîn (Mervan Dêrik) re xwestin

Sersaxî ji malbata şehîd Mervan Dêrik re hat xwestin
5 îlon, 2022   12:03
QAMIŞLO

Ji bo şervanê QSD'ê Esed Selahedîn (Mervan Dêrik) yê ku li bajarê Dêrikê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, konê sersaxiyê li gundê Rekava yê başûrê Dêrikê hat vedan.

Şêniyên Dêrikê, herêmên Koçerat û Berav, di nav de Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl li têketina gund kom bûn da ku berê xwe bidin hola ku konê sersaxiyê ya şervanê QSDê Mêrvan Dêrik hatiye vegirtin.

Beşdran wêneyên şehîd Mêrîvan Dêrik, rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.

Piştî welatî gihaştin Holê deqeyeke rêz girtin. Dûre li ser navê hêzên leşkerî Rojhat Hesekê axivî û wiha got: "Bi armanca têkbirina vîn û nasnameya gelê herêmê dagirkeriya Tirk bê navber êriş dike. Lê hevgirtîn û berxwedana hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê van planên têk dibin."

Rojhat Hesekê soza bilind têkoşîn û berxwedana da ku destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parêzin.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongra Star Dêrik Xaliya Mihemed da zanîn ku ew ê bi rêya bilindkirina têkoşînê tolê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê hilînin.

Her wiha Hevserokê PYD´ê li Dêrikê Mihemed Ebdurehman bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe li gorî pransîba şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike ku destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mıhemed Şeref jî axivî û diyar kir ku ji bilî berxwedanê û dayîna fedekariyan di oxira azadî û rûmeta gel de, tu rê tune ne.

Li dawiyê jî gerînendeyê Nivîsgeha Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyamend Elî li ser navê şehîd Mêrvan Dêrik axivî û wiha got: "Armanca gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê welatekî azad û demokrat ava bikin. Lê tevî hemû êrişên dewleta Tirk jî em ê di berxwedanê de berdewam bikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Mihemed wesîqeya şehadetê xwe û radest malbatê kir.

ANHA