Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan

Bi dirûşma "Bi şerê şoreşgerî em ê dagirkeriya Tirk têk bibin" şêniyên kantona Kobanê xwepêşandanek li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê li dar xist û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
5 îlon, 2022   11:00
KOBANÊ

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya li herêma Firatê bi beşdariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û bi sedan şêniyan xwepêşandanek li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê, li têketina Sirînê ya li başûrê Kobanê li dar xist û ber bi navenda bajêr ev ketin rê.

Sûcê herî dawî jî, şêwazê radestkirina hestiyên şehîd Hakan Arslan ji bavê wî Elî Riza re bû. Hakan Arslan sala 2016'an li navçeya Sûr a Amedê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû.Beşdaran wêneyên bavê şehîd Hakan Arslan bilind kirin ku tûrekî hildigire û tê de hestiyên kurê wî yê şehîd hene.

Piştî xwepêşandêr gihaştin qada Şaredariya Gel a li navçeya Sirînê daxuyaniyek ji hêla endama Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Nadiya Agasî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide xewna xwe ya Osmaniyê vegerîne û ji bo wê gel topbaran dike û demografiya herêmê diguherîne.

Di dawiyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê hatin şermezarkirin.

Li aliyekî din jî serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê li herêma Firatê Ferhan Hec Îsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û welatiyên wê şermezar kirin.

Hec Îsa wiha domand: "Bi dehan welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira yekitiya xaka Sûriyê de canê xwe da. Zilm û zor qebûl nekirin. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker dizane ku êdî dirûşma "Şerê gel ê şoreşgerî" bûye armanca welatiyên herêmê."

Hec Îsa soz da ku ew di projeya xwe ya demokratîk de berdewam bikin û dê li dijî hemû kesên hewl didin tevliheviyê li herêmê çêkin, bisekinin.

Xwepêşandan bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA