​​​​​​​Bîlançoya meha Tebaxê: 412 êriş li ser Eyn Îsa û Girê Spî pêk hatin

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya meha Tebaxê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî eşkere kir. Meclisê soz da ku dê bersiva her hewldaneke dagirkirina herêmên din ên Sûriyê bide.

​​​​​​​Bîlançoya meha Tebaxê: 412 êriş li ser Eyn Îsa û Girê Spî pêk hatin
5 îlon, 2022   10:41
EYN ÎSA

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer di civîneke çapemeniyê de bîlançoya meha Tebaxê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî û encamên van êrişan eşkere kir.

Wîsam El Omer destpêka axaftina xwe got, dewleta Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina kantona Girê Spî û beşên berfireh ji gundewarên wê ve di sala 2019'an, kêliyekê ji pêkanîna sûcan li herêmên gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê ranewestiyaye, armanca wê ji van êrişan koçberkirina niştecihên herêmên sînorî yên li beramberî eniyên şer û berfirehkirina qada dagirkeriyê li Sûriyê ye.

El Omer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişên li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Til Temir, heta Eyn Îsa û Minbicê, êrişên xwe li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî zêdetir kirine.

El Omer têkildarî bîlançoya Tebaxê ya êrişên li ser Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî ev agahî da: “Di meha Tebaxê de 412 êriş bi hemû cure çekên giran û sivik, du êriş bi dronan pêk anîn. Di encamê de ziyan gihaştin milkên welatiyan, saziyên xizmetguzariyê wekî stasyonên ava vexwarinê yên Hîşa û Fatisa. Her wiha ji ber hedefkirina kabilên kehrebeyê, kehrebe li ser herêmê qut bû.”

Wîsam El Omer diyar kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di meha borî de bersiva hewldanên sizma yê çeteyên Tirkiyê yên li derdora gundê Mişêfre da û têk birin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer di dawiyê de soza bersivdayîna hemû hewldanên dagirkeriya Tirk ên dagirkirina herêmên zêdetir ji xaka Sûriyê û têkbirina ewlehiya herêmê da û got hemû kesên ku hevkariya dijmin dikin wê bê hesab nemînin.

ANHA