​​​​​​​Hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Divê biryarê mafê hêviyê pêk were û tecrîd bi dawî bibe

Hiqûqnasên ji Reqayê destnîşan kirin ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan sûcek li dijî mirovahiyê ye. Hiqûqnasan bang li aliyên çalak kir ku fişarê li Tirkiyê bikin da ku bendên qanûna têkildarî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan biguhere û biryara mafê hêviyê pêk bîne.

​​​​​​​Hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Divê biryarê mafê hêviyê pêk were û tecrîd bi dawî bibe
5 îlon, 2022   03:27
REQA

Ji zêdetirî 23 salan ve, desthilata Tirkiyê rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye û cezayê mubetê lê biriye. Her wiha tecrîdeke giran li ser ferz kiriye û ji mafên wî yên herî hêsan bê par hiştiye. Li hember van sûcan, rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan bêdeng in.

Li gorî qanûn û biryarên NY`yê, ya têkildarî mafê hêviyê, ji mafê girtiyê muebetê ye ku ji girtîgehê derkeve piştî ku dema wî ya girtinê bi dawî bibe. Lê desthilata Tirkiyê ev biryar der heqê rêber Abdullah Ocalan de pêk nayne. Heta rêxistinan jî banga pêkanîna wê nekir. Ji vê yekê îsbat dibe ku nakokî di van qanûnan de hene.

Serokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mişleb El Tirkan got: “Di hemû qanûnên NY`yê û qanûnên dewleta Tirk a dagirker de yên têkildarî girtiyan, divê dadgeha Tirkiyê yan jî dadgeha dewleteke din muzekereya girtinê der heqê kesekî de bide, piştre darizîne.”

El Tirkan wiha domand: “Girtekên hovane yên dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan der qanûnî ne. Di aliyê qanûnên NY û yên mafên mirovan de, tu qanûn tune ye ku rêber Ocalan bê girtin. Piştî derxistina biryara darvekirinê li dijî rêber Abdullah Ocalan û piştî tedbîrên qanûnî yên ku hatin girtin wê demê, dewleta Tirk ji biryarê vekişiya û li şûna wê muebet lê birî.”

El Tirkan diyar kir ku dema cezayê muebetê jî diyar e, ev yek di qanûnên NY`yê de bi navê mafê hêviyê hatiye diyarkirin ku piştî qedandina 20 yan jî 25 salan, divê girtî serbest were berdan.

Her wiha El Tirkan wiha domand: “Cezayê muebetê nayê wateya mayî di girtîgehê de heta hetayê. Li gorî qanûnên dewletên Ewropayê, cezayê muebetê 20 an ku 25 salan derbas nake. Heta di qanûna dewleta Sûriyê de cezayê muebetê 20 salan derbas nake.”

Mişleb El Tirkan bi navê hiqûqnas û çalakvanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû aliyên çalak kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku qanûnên xwe yên têkildarî ferzkirina tecrîdê biguhere.”

Endamê Yekitiya Parêzeran a Kobanê, parêzer Mistefa Muslim wiha axivî: “Tecrîd ne nû ye, lê belê hemwextî û ji destpêka dîroka dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan ve dest pê kiriye.”

Muslim wiha pê de çû: “Darizandina rêber Abdullah Ocalan şeklî bû mîna dadgehên ku em di fîlman de lê temaşe dikin.”

Muslim destnîşan kir ku qanûnên ku li gorî wê rêber Abdullah Ocalan hat darizandin, tirkî bûn û ne li gorî rewşa heyî bûn, hatibûn polîtîzekirin li gorî xizmeta dewleta Tirk a dagirker.”

Muslim di dawiyê de got: “Di heman demê de em nikarin pişta xwe bidin dadgeha Yekitiya Ewropayê (YE), ji ber ku girêdayî biryarên siyasî ne yên jê tên xwestin.”

(dm)

ANHA