​​​​​​​Mihemed Bobo: Krîz bi "lihevkirinan" bi dawî nabe û projeya MSD´ê ji bo hemû sûriyan e

Rewşenbîr û siyasetmedarê sûrî Mihemed Bobo da zanîn ku bernameya MSD´ê nûnertiya wê dike ji bo hemû sûriyan sûd e, ji ber bêyî nîjadperestî parastina mafên hemûyan dike û got "lihevkirin" krîza Sûriyê çareser nakin.

​​​​​​​Mihemed Bobo: Krîz bi "lihevkirinan" bi dawî nabe û projeya MSD´ê ji bo hemû sûriyan e
5 îlon, 2022   04:30
REQA

Rewşenbîr û siyasetmedarê sûrî Mihemed Bobo ku ji nava kesayetên ji bajarên beravên Sûriyê beşdarî Komxebata Şêwirê ya Reqayê bûye ji ajansa me re li ser komxebatê axivî.

Di komxebatê de 50 delege ji kesayetên nîştimanî, partiyên siyasî, hiqûqnas û çalakgerên civaka sivîl beşdar bûn ku 2 rojan berdewam kir. Di komxebatê de li ser 3 mijaran hate nîqaşkirin; rewşên siyasî yên giştî, girîngiya nenavendîbûnê û nasnameya nîştimanî; da ku ew mijar ji çareya siyasî ya Sûriyê û gihandina ber bi demokrasî û nenavendîbûnê ve bibin hêman.

´PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER PROJEYEKE ERÊNÎ YE´

Bobo wiha got: "Em projeya Rêveberiya Xweser wek projeyeke erênî ya xurt dinirxînin. Aliyên nakok li Sûriyê bi çareya siyasî bawer nakin û naxwazin pêk were. Berdewama krîzê ji bo mîrên şer bi sûd û qezenc e û li gorî berjewendiyên wan e. Tu vîna wan a siyasî tune ye."

Bobo li ser aliyên ku krîza Sûriyê asteng dikin û li ser girîngiya projeya Rêveberiya Xweser axivî û wiha domand: "Em welatiyên sûrî ji me re hatiye gotin ku têkiliya me bi gel û welat re tune ye. Li gel MSD´ê proje û bernameyeke neteweyî ya rast heye. Dibe ku projeya MSD´ê ji bo hemû sûriyan sûdwar be. Ji ber ku mafên hemûyan bêyî nijadpererstî diparêze û bang li edaleta civakî, wekhevî û dewleta hemwelatiya laîk a demokratîk a nenavendî dike ku qanûnê giştî dike û destpotiyê bi dawî dike."

Bobo ev tişt anî ziman: "MSD´ê banga wekheviyê dike, bi taybet wekheviya di navbera mêr û jin de. Jin rastî zordariyê tên. Mêr jî rastî zordariya çînî tên. Lê jin jî hem rastî zordariya çînî hem jî zordariya mêr tên. Urf û adatên êl, eşîr û îslamê hemû li dijî berjewendiya jinan e. MSD´ê hewl dide hemû çareyan ji pirsgirêkan re deyne û nexşeyekê ji bo derketina Sûriyê ji vê krîzê xêz dike. MSD´ê di bernameya xwe de tu cuhadiyê naxe navbera pêkhateyan."

´ARMANC JI LIHEVKIRINAN EW E KU GEL WEK XWE BIMÎNE Û DESTHILAT JÎ WEK XWE BIMÎNE´

Bobo li ser “lihevkirinên” ku hikumeta Şamê dûrî çareyên bingehîn pêk tîne axivî û ev tişt got: "Em dikarin van lihevkirinan wek pînekirinê wesif bikin. Armanc ji wê yekê gel wek xwe bimîne û desthilat jî wek xwe bimîne. Ev mijar jî ne pêkan e rast bibe. Ji ber rewşên beriya 2011´an ne pêkan e vegere."

Bobo da zanîn ku dema “lihevkirin” tên pêşkêşkirin ev yek tê wateya ku tu xwestekên gel ên rastîn tune ye û mijar di çarçoveya şerê li dijî terorê de ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Xwestekên gelê Sûriyê yên rastîn hene. Hemû rêbazên jiyanê mîna sotemenî, kehrebe û avê tune ne. Qanûn û azadiyên giştî tune ne. Ev hemû bi rêya lihevkirinan nayên çareserkirin. Dema tê gotin lihevkirin, anku lêborîna li ser tiştên borî ye. Ev jî ne çareyeke bingehîn ji krîza Sûriyê re ye."

Bobo wiha di dawiyê de got: "MSD´ê di projeya xwe de çareyeke bingehîn ji hemû pirsgirêkên Sûriyê re pêkêş kir. Bi wê re tê misogerkirin ku krîz careke din venagere. Pir mijar hene bûn sedema kirîrzê  ew jî mijarên neyînî ne. Ger wisa bimînin em ê ji krîzê dernekevin. Ji ber wê pêdiviya Sûriyê bi bernameyekê heye ku hêviyên sûriyan bi hemû etnîk û mezhebên xwe dabîn bike."

Li Stockholmê komxebata şêwirê di 13 -14´ê Kanûna 2021´ê bi sponseriya Wezareta Karên Derve ya Siwêd û Navenda Ulf Palma ya Aştî û Demokrasiyê li dar ket û komxebata duyemîn jî 9 – 10´ê Nîsanê li dar ket.

Li Sûriyê jî komxebata şêwirê ya yekemîn li Helebê di 5´ê Tebaxa borî de li dar ket.

(fr)

ANHA