​​​​​​​2 çeteyên DAIŞ`ê agahiyên girîng der barê têkiliyan wan bi Tirkiyê re eşkere kirin

2 çeteyên DAIŞ`ê yên ji Iraqê ku di qonaxa duyemîn a Pênava Ewlehî û Mirovî de hatine girtin, detayên revandina mihacîrat, mêvanxaneyên çeteyan li Tirkiyê û dermankirina çeteyan di nexweşxaneyên Tirkiyê de, eşkere kirin.

​​​​​​​2 çeteyên DAIŞ`ê agahiyên girîng der barê têkiliyan wan bi Tirkiyê re eşkere kirin
4 îlon, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî li Kampa Holê di 25`ê Tebaxê de bi piştgiriya Hêsên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) dest pê kir.

Di roja 5`an a pêngavê de ku 29`ê Tebaxê bû, hêzê 2 çeteyên DAIŞ`ê yên ji Iraqê bi navên Abdullah Ehmed Abdullah û Mehmûd Mixlif Talib Şaban girtin.

Di limikurhatinên xwe de çeteyan eşkere kir ku li Tirkiyê mêvanxaneyên tabyet ên çeteyên DAIŞ`ê hene û çete li Tirkiyê têne dermankirin.

Çeteyê bi navê Mehmûd Mixlif Talib Şaban sala 1986`an li Iraqê ji dayîk bûye. Li zanîngeha Bexdayê Fakulteya Bazirganî û Aborî xwendiye. Sala 2010`an jê derçûye û sala 2014`an tev li çeteyên bûye.

Şaban ji aliyê çeteyê Ebû Yasir El Tunisî ve tev li dewreyên perwerdeyê yên “Şeriyê” bûye.

Şaban got: “Destpêkê, şervanek adî bûm. Piştre li çolistana Humsê li ser bikaranîna moşekan ji aliyê Ebû Yasir El Tunisî ve hatim perwerdekirin. Li Meyadînê û li gelek herêmên din tev li şerên li dijî rejmê bûm piştre hatim herêma Cizîrê.”

Şaban, bi mihacîreke alman bi navê Cirola Alfredo re zewicî û piştî ku di şerekî de birîndar bû, hewl da biçe Tirkiyê lê bi ser neket.

Der barê hewldana wî ya çûyîna Tirkiyê de Şaban got: “Tirkiyê dergeh e ku nasnameyên cuda û şervanên Cebhet El Nusra dihewîne.”

Piştî ku nekarî biçe Tirkiyê, di qacaxiya mihacîrat de kar kir, têkildarî wê yekê got: “Min 3 qacaxçî nas kir; Ebû Asim, Ebû Ebdullah û Ebû Hewas ku min bi rêxistineke tirkî bi navê Yahama da naskirin. Kesek bi navê Ebû Hemze El Turkî ew rêxistin bi rêve dibir ku berpirsa derxistina mihacîrat ber bi herêmên dagirkirî ve ye.”

ÇETEYÊN DAIŞ`Ê DI NEXWEŞXANEYÊN TIRKIYÊ DE TÊNE DERMANKIRIN

Mehmûd Mixlif Talib Şaban di limikurhatinan de got: “Piraniya birîndarên DAIŞ`ê li Tirkiyê têne dermankirin. Mêvanxaneyên taybet lê hene. Ji bo dermankirina birîndaran, gelek pere tê dayîn.”

Çeteyê bi navê Abdullah Ehmed Abdullah sala 1998`an ji dayîk bûye. Piştî ku DAIŞ sala 2014`an derbasî Felûca bû, ew jî tev li wan bû.”

Abdullah tev li dewreya “Şeriyê” bû. Piştre tev li gelek şeran bû û di encamê de destê wî qut bû. Piştî dermankirinê, çû herêma Hesîba ya Iraqê û derdora salekê lê ma.

Piştî ku artêşa Iraqê ber bi herêma Hesîba ve bi pêş ket, Abdullah derbasî Sûriyê bû û li Kampa Holê bi cih bû. Di 29`ê Tebaxê de di Pêngava Ewlehî û Mirovî de hat girtin.

Tê destnîşankirin ku qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê li Kampa Holê û xilaskirina niştecihên kampê ji terora wan, hat destpêkirin.

(dm)

ANHA