​​​​​​​Şêniyên herêma Cizîrê: PDK'ê xiyanetê li destkeftiyên şoreşa me dike

Şêniyên herêma Cizîrê beşdarbûna PDK'ê bi artêşa Tirk a dagirker re di êrişên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de û vekirina rê ji artêşa Tirk bi xiyanetekê li dijî destkeftiyên şoreşê bi nav kir û diyar kirin ku ew êw ê li hemeberî hemû êrişan bisekinin.

​​​​​​​Şêniyên herêma Cizîrê: PDK'ê xiyanetê li destkeftiyên şoreşa me dike
5 îlon, 2022   00:38
QAMIŞLO

Ji 14’ê Nîsanê ve êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin. Li qadên berxwedanê yên li Girê Hekkarî, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amêdiyê yên rojavayê Zapê, di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayan de şerên dijwar diqewimin.

PDK'ê di senaryoya xiyanet û hevkariya bi dagirkeriya Tirk re berdewam e. Di 27'ê Tebaxê de, di navbera girên Hekkarî û Amêdiyê yên li rojavayê herêma Zapê de, rê ji artêşa Tirk re vekir. Ev yek jî ji aliyê gelê Kurdistanê bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî nerazîbûneke mezin hat.

Şêniyên herêma Cizîrê hevkariya PDK a bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û destnîşan kir ku "Xeta xiyanetê ya PDK'ê ne nû ye, lê pir kevn e."

Welatiya bi navê Xalsa Xelîl a ji bajarê Qamişlo der barê mijarê de diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi alîkariya PDK'ê tên kirin ku rê li ber vedike da ku êrişên xwe pêk bîne.

Xalsa Xelîl îşaret pê kir ku alîkariya PDK'ê ya ji bo dagirkeriya Tirk nîşaneya xiyaneta wê ye û wiha domand: "Çi bikin bila bikin wê nikaribin vîna gelê Kurd bişkînin. Em serî natewînin û em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

Xelsa destnîşan kir ku dîroka çêkirina rê hemwextî salvegera kemîna şehîdên Xelîfan e berdewamiya xiyaneta wî ya li hember gelê xwe piştrast dike.

Welatiyê bi navê Salih Omer ê ji bajarê Qamişlo jî berxwedana gerîlayên li çiyayên azad û serkeftinên ku bi dest dixin silav kir û li ser hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re wiha got: "PDK'ê bi dagirekriya Tirk re hevkar e û rê jê re vedike. Ev dide diyarkirina ku dagirkeriya Tirk ji ber berxwdana hêzên gerîla ve nikare li wan herêman pêşde biçe."

Salih Omer  banga serhildanê li hemberî dagirkeriya Tirk û parastina destkeftiyên gelê Kurd li gelê Başûrê Kurdistanê kir û axaftina xwe wiha dom kir: "Tu kes nikare gelê Kurd têk bibe, dijmin çiqasî hewl bide û ajanên xwe bi kar bîne jî ew ê bi ser nekeve. ''

Salih Omer her wiha got: "Tevî hemû lihevkirin û komployên ku li dijî me tên kirin, em ê li ber xwe bidin û em ê her tiştê xwe feda bikin  heta  xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin. Wê serkeftin a me be."

Welatiya bi navê Eyda Casim a ji Kampa Serêkaniyê jî xiyaneta PDK’ê ya li gelê xwe şermezar kir û wiha got: "Alîkariya PDK'ê ya ji bo êrişên dagirkeriya Tirk li ser gerîlayan li Başûr, nîşana xiyaneta wê ya li dijî gelê Kurd e. Li şûna ku li hemberî van êrişan bi gelê Kurd re hevkariyê bike, destê xwe dixe destê dijminan."

Eyda Casim amaje bi wê yekê kir ku gelê Kurd hertim xwestiye di nava aramiyê de bijî, her wiha bang li PDK'ê kir ku dev ji xiyaneta xwe berde. Eyda got ew e  xeta şehîdan bişopîne û heta bidestxistina azadî û serkeftinê ji berxwedanê venagerin.

Welatiya bi navê Sebîha Hemo anî ziman ku xiyaneta PDK'ê ne nû ye û dawiya xiyaneta wê tune ye. Her wiha diyar kir ku ev hevkarî dê ziyanê bigihîne gelê Kurd û destkeftên ku bi xwîna keç û kurên wê hatine bidestxistin.

Sebîha Hemo li dijî êrişên qirkirinê banga xurtkirina têkoşînê kir.

(hs)

ANHA