Fîlmê 'Dema Dirîreşkan' 6`ê Îlonê tê pêşandan

Fîlmê “Dema Dirîreşkan” roja sêşemê (6`ê Îlonê) di saet 07:00`ê êvarê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo tê pêşandan.

Fîlmê 'Dema Dirîreşkan' 6`ê Îlonê tê pêşandan
4 îlon, 2022   12:47
QAMIŞLO

Fîlmê “Dema Dirîreşkan” ji aliyê Komîna Fîlma a Rojava ve hatiye amadekirin û Haşim Aydemir derhêneriya wî kiriye.

Haşim Aydemir her wiha derhêneriya fîlmên “14`ê Tîrmehê” û “Surda Devran” jî kiriye.

Fîlmê “Dema Dirîreşkan” dê roja sêşemê (6`ê Îlonê) saet di 07:00`ê êvarê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo bê pêşandan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîa Fîlm a Rojava wek helwestekê li hember astengkirina nîşandana fîlmê “Ji bo Azadiyê”, fîlmê “Dema Dirîreşkan” ji Festîvala Fîlman a Silêmaniyê ya Navneteweyî kişandibû. Lê filmê xelata baştirîn sînematogerafiyê ya Festîvala Fîlman a Silêmaniyê wergirtibû.

Ekîba fîlmê daxuyandibû ku xelatê red dikin û gotibû, “Em ji ber astengkirina nîşandana fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ ji festîvalê vekişîn. Ji ber wê em vê xelatê qebûl nakin.”

(cx)

ANHA