QSD`ê bîlançoya meha Tebaxê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê eşkere kir

QSD`ê bîlançoya êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker di meha Tebaxa derbasbûyî de yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, eşkere kir. QSD`ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca berdewamkirina projeya xwe ya guhartina demografiya herêmê û nasnameya wê ya nîştimanî van êrişan pêk tîne.

QSD`ê bîlançoya meha Tebaxê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê eşkere kir
4 îlon, 2022   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Tebaxê ya derbasbûyî ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di meha Tebaxê de êrişên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê domandin, di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn, her wiha zirar gihaşt mal, navend û saziyên xizmetguzariyê di nav de aş, mizgeft, dêr û dibistan hene. Di heman demê de erebeyên sivîl û cotkarên li zeviyên xwe dixebitîn dikirin armanc.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di êrişên xwe de hemû cureyên çekan bi kar anîn, ji her tiştî bêhtir jî erebe û navendên sivîl bi balafirên bêmirov "drone" kirin armanc û hewl dan destwerdana herêmê bikin, lê hêzên me hewldanên wan têk birin.

Bîlançoya meha Tebaxê ya derbasbûyî ev e:

1-Başûrê Efrînê:

Bîlançoya êrişên li ser gundên Bênê, Ibîn, Aqîbê, Çetal Ziyaret, Tinib, Meyase yên başûrê Efrînê wiha ye:

24 êrişên bi topên giran, tank, moşek û hawinan.

Hejmara topên hatin avêtin 766 topavêj, tank û hawin in.

Di encamê de zarokek koçber ê ji gundê Basilê yê navçeya Şêrawa, her wiha leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûn û zirar gihaşt malên sivîlan.

2-Herêmên Şehba:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tebaxê de bi dijwarî herêmên Şehbayê topbaran kirin, nexasim bajarokê Til Rifet û gundên wê. Di encamê de gelek sivîl birîndar û şehîd bûn û zirar gihaşt mal û milkên wan.

Bîlançoya êrişan wiha ye:

46 êriş pêk hatin; 3 caran bi balafirên bêmirov, yek li bazara navçeya Til Rifet, yek jî li ser nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ku gelek ziyanên madî di encamê de çêbûn.

Hejmara topên li herêmê ketine 623 ye.

Di encama êrişan de 6 kes şehîd bûn di nav de zarokek, jinek û 3 sivîlên din û leşkerek.

16 sivîl birîndar bûn di nav de 6 jin heye û zirareke mezin gihaşt mal û milkên sivîlan.

3-Bajarokê Eyn Îsa û gundewarê wê

Dewleta Tirk a dagirker di meha Tebaxê de êrişî bajarokê Eyn Îsa û gundewarê jî kir, her wiha rêya navneteweyî ya M4. Bîlançoya van êrişan jî ev e:

41 caran bi tank, moşek û topên giran, doşka û reşaşeyên giran êriş pêk hatin.

2 caran bi balafirên bêmirov êriş kir û zirar gihaşt mal û milkên sivîlan, stasyonên avê yên gundên Hîşe û Fatse û kehrebe li ser van her du gundan û gundên rojavayê Girê Spî qut bû.

2 caran bi balafirên bêmirov êriş kir.

412 topên cuda li herêmê ketin.

4-Bajarê Til Temir û gundewarê wê:

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû cureyên çekan û balafirên bêmirov êrişî Til Temir û û gundewarê wê jî kir, di encamê de gelek sivîl û leşker şehîd bûn, her wiha zirarên madî gihaştin burcên telefonê û mal û milkên sivîlan.

Bîlançoya êrişên li dijî Til Temir û gundewarê wê jî ev e:

25 caran êriş kir û 3 caran bi balafirên bêmirov bû.

Di encamê de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan şehîd bûn.

Her wiha 6 sivîl şehîd bûn di nav de 4 xwendekarên keç hene.

Ji ber êrişan 5 sivîl birîndar bûn ji wan zarokek û 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê di nav de efserek hebû. Zirar gihaşt mal û milkên sivîlan û burcê peywendiyan.

5-Qamişlo û gundewarê wê:

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov navenda bajarê Qamişlo kir armanc, di encamê de gelek sivîl birîndar bûn. Her wiha bi tankên giran gundewarê wê kir armanc. Di heman demê de êrişî herêmên Dirbêsiyê û Tirbespiyê jî kir.

Bîlançoya meha Tebaxê jî ev e:

24 caran êriş kir, ji wan 8 caran êrişî Dirbêsiyê kir û 4 caran êrişî Tirbespiyê kir.

3 caran bi balafirên bêmirov êriş kir; du erebeyên sivîl  kir armanc; yek li taxa Wista ya Qamişlo bû û ya din li gundewarê wê bû.

43 topên cur be cur avêtin.

5 sivîl şehîd bûn ji wan du zarok bûn.

9 şervan şehîd bûn ji wan 4 endamên Erka Xweparastinê bûn ku parastina Nexweşxaneya "COVID-19" ya li Qamişlo dikirin.

19 kes birîndar bûn ji wan 3 leşker in û jinek li zeviyekî dixebitî, du jin û şivanek, her wiha 8 zarok birîndar bûn û leşkerekî hêzên hikumeta Şamê.

6-Bajarê Kobanê û gundewarê wê:

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî bajarê Kobanê û gundewarê wê jî kir, di encamê de gelek sivîl şehîd. Her wiha bi balafirên şer jî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundewarê Kobanê kir armanc, di encamê de leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Bîlançoya êrişan di meha Tebaxê de li ser Kobanê û gundewarê jî wiha ye:

4 caran êriş kir û carekê bi panzêr bû.

Carekê jî bi balafirên şer êriş kir.

Du sivîl şehîd bûn yek ji wan zarok e û 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

5 kes birîndar bûn di nav de zarokek û 3 leşkerên hikumeta Şamê hene. Di heman demê de zirar gihaşt mal û milkên sivîlan.

7-Bajarokê Amûde û gundewarê wê:

Dewleta Tirk a dagirker qada êrişên xwe berfireh kir û bi balafirên bêmirov, tank û topan navçeya Amûdê û gundewarê wê jî kir armanc, di encamê de gelek leşker şehîd bûn û rojnamevanên kanala Rojava TV jî kir armanc.

Bîlançoya êrişên li ser Amûdê û gundewarê wê jî ev e:

5 caran bi tankên giran êriş kir. 3 caran jî bi balafirên bêmirov êriş kir û nuqteyeke hêzên Erka Xweparastinê û hêzên hikumeta Şamê kir armanc.

5 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûn.

8-Rojavayê gundewarê Girê Spî

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî kir. Bîlançoya meha Tebaxê jî ev e:

6 caran êriş kir û 18 top li herêmê ketin.

9-Bajarê Minbicê û gundewarê wê:

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hawin û topên giran bajarê Minbic û gundewarê wê û gundên bakurê bajêr jî kir armanc, di encamê de zirar gihaşt mal û milkên sivîlan.

Bîlançoya êrişên li dijî Minbic û gundewarê wê jî ev e:

2 caran êriş kir û 55 top li herêmê ketin.

(eh)

ANHA