​​​​​​​Panorama hefteyê: Sewqiyatên leşkerî yên Şamê ber bi bakurê Derayê ve

Hêzên rejîma Sûriyê nuqteyeke leşkerî li derdora ajarokê Casim yê bakurê Derayê ava kir, bend û nuqteyên xwe yên leşkerî li derdora bajarê ji aliyên rojava û bakur ve xurt kirin. Metirsî hene ku ku hêzên rejîmê bikevin bajêr. Çavkaniyên siyasî yên iraqî da zanîn ku xîtaba serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji alîgirên xwe re ku ji qadê bi çend saetan vekişin, ne plankirî bû.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Sewqiyatên leşkerî yên Şamê ber bi bakurê Derayê ve
4 îlon, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser rewşa bajarê Casim ê Derayê, rewşa Iraqê û nakokiyên li Lîbyayê.

‘SEWQIYATÊN LEŞKERÎ YÊN NÛ YÊN REJÎMA SÛRIYÊ BER BI BAKURÊ DERAYÊ VE’

Girêdayî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Şeva berê hêzên rejîma Sûriyê nuqteyên xwe yên leşkerî li derdora bajarê Casim ê bakurê Derayê zêde kirin. Bi wê re hêzên rejîma Sûriyê nuqteyeke leşkerî ya nû li bakurê Casim ava kir, bend û nuqteyên xwe yên leşkerî li derdora bajarê ji aliyên rojava û bakur ve xurt kirin û operasyonên paqijkirina herêmê bi rêya balafirên keşfê pêk anîn. Hemwextî wê jî operasyonên lêgerînê li mezreyên nêzî nuqteyên leşkerî pêk anîn û nehişt cotkarên biçin ser zeviyên xwe. Her wiha hêzên leşkerî yên hikumetê li ser rêya di navbera Casim-Semlên de belav bûn.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku karwaneke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyê li xeta şer a rojava ay nêzî Til Cabiyê hate dîtin.

Beriya van tevgerên nû yên li derdora Casimê, sewqiyatên leşkerî yên din di Tîrmehê de derbasî bajêr bûbûn.

Li kêleka wê jî, hêzên rejîma Sûriyê hêz û alavên nû li nuqteyên xwe li Til Muteqew a leşkerî ya li rojhilatê Casim zêde kirin. Hejmara nuqteyên xwe yên leşkerî li derdora Til Muteqew zêde kirin û du nuqteyên leşkerî yên nû avakirin. Her wiha hêzên nû li bendên kontrolê yên di navbera Casim û Nemir de zêde kirin, benda Mizêre ya li rojavayê bajêr xurt kir û rê bi satiran girtin.

Hêzên rejîma Sûriyê navenda çandê ya ku nuqteyeke leşkerî ya endamên "şaxê ewlehiya dewletê" ye xurt kir. Lê welatî li ser vê yekê metirsîdar in ku hêzên rejîmê bikevin bajêr, mîna di vê dawiyê de ketine bajarê Tefes ê li rojavayê Derayê."

 ‘HEMLEYÊN ÎRANÊ ŞERTGIRIYA SEDR ASTENG DIKIN’

Li ser rewşa Iraqê jî rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî yên iraqî da zanîn ku xîtaba serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji alîgirên xwe re ku ji qadê bi çend saetan vekişin, ne plankirî bû. Lê ev gav neçarî bû, piştî hin nîşane ji Îranê de jê re hatin. Di wan nîşaneyan de komeke "na" hebû û divê li ser wan raweste û şertgiriya xwe ya li ser kaosê ku duşemê piştî ragihandina li ser vekişîna ji siyasetê bi dawî bike.

Çavkaniyan da zanîn ku Îran ku serokê Tevgera Sedr di demên borî de paşguh kiribû da ku li xwe û vebijêrkên xwe vegere, Sedr hişyar kir ku ew şîeya yekgirtî dixwaze, ne şîeyeke Ereb û yên alîgir dixwaze. Divê bi diyaloga bi Çarçoveya Hemahengiyê û fermandarên wê re qebûl bike û nakokiyên xwe yên berê bi serokwezîrê berê Nûrî Malikî re ji bîr bike. Ji ber ew dikevin xizmetî şîeyên li Iraqê.

Çavkaniyan diyar kir ku Sedr xwe raxist hember 2 vebijêrkên dijwar. Ya yekemîn; dê li hember dewleta Iraqê be, artêş û hêzên Iraqê be. Ew jî tu sûdê lê nake. Ya duyemîn jî; xwe û alîgirên xwe raxist hember hevrikiyeke vekirî bi hêzên Çarçoveya Hemahengiyê re ku di bin kontrola Îranê de ne.

Mîna berê Îranê bi rêya wekîlên xwe yên li Iraqê şerê ‘Sewlet Fursan’ ji bo hişyarkirina Sedr dest pê kiribû û berê jî dema Hizbullah bi tenê li hember derbeyên tund ên Tevgera Emel di salên 1980´yî de hiştibû.

Piştî Sedr ragihand ku ji tevahî çalakiyên siyasî vekişiya, karên tundiyê dest pê kirin, ew biryar bersivdana paşguhkirina serok û partiyên şîe yên dîtir li ser çaksazkirina sîstema desthilatê hat dayîn."

 ‘TIRSA ŞEREKÎ DOMDAR LI TERABLUSÊ HEYE’

Der barê rojeva Lîbyayê de jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Şerê li paytexta Lîbyayê Terablus careke din kûrahiya krîza ewlehiyê li herêmên rojavayê Lîbyayê eşkere kir, ew jî di dema berdewama kontrolkirina komên çekdar de li ser rewşa siyasî û meydanî û ji ber nebûna dîtineke cidî ji bo jinavbirina komên çekdar û komkirina çekên bêkontrol li gorî biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY`yê û encamên kongreyên navneteweyî yên pêwendîdar û bi taybetî kongreyên yekem û duyem ên Berlînê.

Di demekê de ku artêşa Lîbyayê serweriya dewletê li herêmên di bin bandora xwe yên li rojhilat, başûr û navenda welêt de ferz kir, ku êdî li wir komên derqanûnî û komên terorîst nemane, li bajarên rojavayî yên beravê û çiyayî, bi taybetî paytext Terablusê, şerekî berfireh di navbera komên çekdar ên xwedî lêvegerên îdeolojî, qebîleyî û yên girêdayî mîrên şer de derdikeve.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lîbyayê ku roja yekşemê daye û li gorî bîlançoyke nû, di şerê roja şemiyê yê li Terablusê de 32 kes hatin kuştin û 159 kesên din birîndar bûn. Her wiha ziyanên madî gihaştin mal û milkên giştî û taybet.

Çavdêrên xwecih diyar dikin ku şerên bixwîn ên di navbera komên çekdar ên ser bi Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd Debîbe û komên alîgirên serokê hikumeta Îstiqrarê Fethî Başaxa de, tekez dikin ku aloziya siyasî ya Lîbyayê her ku diçe kûrtir dibe. Yek ji sedemên wê jî berdewama rewşa ewlehiyê ya tevlihev e, ya din jî binketina civata navneteweyî ji bo çareserkirina dosyaya komên çekdar e.”

ANHA