​​​​​​​Festîvala 2`yemîn a Mardoso ya Çanda Suryan li Hesekê dest pê kir

Komeleya Çand a Suryan a Sûriyê Festîvala 2`yemîn a Mardoso ya Çand û Hunera Suryan li bajarê Hesekê li dar xist. Di Festîvalê de nûnerê komeleyê Îbrahîm Admo got: “Erkê me ye em balê bikişînin ser dîroka çandê ya nûjen, ji ber ku armanca pêşîn û dawî ya dijmin têkbirina destkeftiyan, di nav de qada çandê ye.”

​​​​​​​Festîvala 2`yemîn a Mardoso ya Çanda Suryan li Hesekê dest pê kir
3 îlon, 2022   19:50
HESEKÊ

Komeleya Çandê ya Suryan a Sûriyê îro li dêra Meryem Edra ya Hesekê Festîvala 2`yemîn a Mardoso li dar xist. Tê payîn ku festival 3 rojan berdewam bike. Festîval  li Hesekê dest pê kirî, dê 2 rojên din li Qamişlo berdewam bike.

/ar/uploads/files/2022/09/03/183844_img_6186-28medium29.webp

Di festîvalê de, hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê, endamên Komeleya Çandê ya Suryan, gelek endamên saziyên sivîl û leşkerî, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena beşdar bûn.

Di festîvalê  de gelek berhemên cihereng ên çanda Suryan ji aliyê gelek koman ve hatin pêşandina di nav de Koma Barmaya, Koma Koral a Ebid El Mesîh Qirbaşî û ciwanên Komeleya Çandê ya Suryan hene.

/ar/uploads/files/2022/09/03/183821_img_6171-28medium29.webp

Nûnerê Komeleya Çandê ya Suryanî Îbrahîm Admo axivî û got: “Di mîna vê dîrokê de beriya salekê me Festîvala 1`emîn a Mardoso li dar xist. Gaveke nû bû di dîroka Tevgera Pêşverû ya Suryan û Komeleya Çandê ya Suryan de li ser asta hunerî, çand û şaristanî.”

Admo wiha domand: “Ev destpêk berhema xwîna şehîdên azadiyê yên hemû pêkhateyan e. Berhema ked û xebata bênavber a komeleyê ye ku çandiye û niha berhev dike.”

Admo careke din soza pêkanîna peyama komeleyê ya di kongreya xwe ya yekemîn a sala 2008`an de daye ku çand, têkoşîn û azadî bû, da.

Admo wiha pê de çû: “Ji erkê me ye û ruxmî hemû şert û mercên taybet ên vê pêvajoyê, em balê bikişînin ser vê dîroka çandê ya nûjen, ji ber ku armanca pêşîn û dawî ya dijmin têkbirina destkeftiyan, di nav de qada çandê ye.”

Roja yekemîn festîval bi  xwendina helbestan bi dawî bû.

ANHA