Malbatên şehîdan:  Divê cezayê herî giran li ajan û sîxuran bê birîn

Malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang kirin ku ji ajan û xiyanetkaran hesab were xwestin, cezayên herî giran li wan were birîn û radestî zarokên şehîdan werin kirin da ku wan darizînin. Malbatan herwiha piştgiriya xwe ya “Operasyona Sondê" ya ku ji aliyê QSD`ê ve li dijî sîxuran hatiye destpêkirin, rave kir.

Malbatên şehîdan:  Divê cezayê herî giran li ajan û sîxuran bê birîn
3 îlon, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 31’ê Tîrmehê de li dijî sîxur û ajanên dewleta Tirk a dagirker ku bûn sedema şehîdxistina gelek zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, "Operasyona Sondê" dabû destpêkirin. QSD`ê di çarçoveya operasyonê de 36 ajan û sîxur li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin û nasnameya gelek ji wan bi rêya daxuyaniyên fermî eşkere kirin. Nasnameya gelekan jî bi rêya bernameyên telefizyonê û raporên çapemeniyê ragihandin ku hîna bi awayekî asayî têne weşandin. Şêniyên herêmê bi taybet malbatên şehîdan piştgiriya vê operasyonê kir û banga birîna cezayî herî giran li wan sîxur û ajanan kir.

/kr/uploads/files/2022/09/03/200713_.webp

Hevjîna şehîd Mehmûd, Cîhan Bozan a ji Kobanê jî got: "Mafê me heye ku em ji ajan û xayînan hesabê bixwazin, ji ber wan bi dehan keç û xortên me yên herî hêja bi rêya balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker şehîd xistin."

Cîhan Bozan her wiha got: "Dilê dayikên me şewitandin, tirs û xof di dilê zarokên me de belav kirin. Em çawa dikarin wan efû bikin? Cezayê darvekirinê jî ji bo wan kêm e."

/kr/uploads/files/2022/09/03/200825_.webp

Xwişka şehîd Şoreş Samoray, Zîn Ehmed jî wiha got: "Her kes berpirsiyarê ewlekarî û aramiya herêmê ye, berpirsyariya wan a herî mezin jî ew e ku beşdarî girtina sîxuran bibin."

Zîn Ehmed axaftina xwe wiha domand: "Divê cezayên herî giran li sîxurên ku hatine girtin bên birîn da ku ji her kesî re bibin mînak. Ji ber ku em dikarin di her tiştî de efû bikin, ji bilî yên ku xwe û welatê xwe bi pereyan frotine û dema ku em dihatin tunekirin, bûn sedema şehadeta wan kesên ku xak bi xwîna xwe av didan."

/kr/uploads/files/2022/09/03/201025_.webp

Birayê şehîd Canda, Welat Şêxo wiha got: "Em bang dikin ku xayîn radestî zarokên şehîdan bên kirin, ji ber ku wan îxanet li sozê kir, hewl dan xaka welêt qirêj bikin û di dewleta Tirk a dagirker de bûn xencerek ku pê ciwanên vî welatî şehîd bixe."

Şêxo wiha pê de çû: "Erkê me yê îro ew e ku em li hember wan sîxuran bibin mertal."

Welat Şêxo di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Divê ajan baş bizanin ku yên çeteyên DAIŞ'ê ji holê rakirine, dê wan jî ji holê rakin, ji ber vê yekê ez şîretê li wan dikim ku dev ji vê rêyê berdin ku dê dawiya wê xirab be."

'DIVÊ EW BÊN DARVEKIRIN`

/kr/uploads/files/2022/09/03/200728_-.webp

Der barê heman mijarê de bavê şehîd Perwîn, Hemê Reş jî wiha got: "Divê em hemû xayînan di nav xwe de nas bikin, ji ber ku ew di nav me de dijîn û nanê me parve dikin. Paşê kêrê li pişta me dixin û dilsoziya xwe ya bi dewleta Tirk a faşîst re radigihînin. Divê ev bên darvekirin."

Hemê Reş wiha bang kir: "Ez bang li hemû kesên bi rûmet ku dilê wan li ser welatê dikim ku erka xwe ya li hember vê xakê û zarokên wê bi cih bîne û di girtina ajanan de tevkariyê bike."

Her wiha, malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, hevkariya komplogeran bi dewleta dagirker re li dijî gelê xwe û axa xwe, şermezar kirin û bang kirin ku cezayê herî giran li wan bê birîn.

/kr/uploads/files/2022/09/03/200957_-_1.webp

Hediya dayîka şehîd Dilo Tirbespiyê jî wiha got: "Em bi destê xayîn û sîxuran ji keç û kurên xwe veqetiyan, me êşeke mezin kişand. Em bang dikin ku cezayên herî giran li ser wan bên birîn da bibin îbret ji wan kesên ku dixwazin xiyanetê li welat û gelê xwe bikin. Ez Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên leşkerî ku parastina ewlehî û aramiya welat dikin, silav dikim."

'EW TI REHMÊ HEQ NAKIN'

/kr/uploads/files/2022/09/03/200910_-.webp

Ebdurehman Hac Hesen birayê şehîd Silêman Tirbespiyê jî teqez kir ku ajan û sîxur ti rehm û dilovaniyê heq nakin, ji ber ku bûne sedema kuştina gelek welatiyan û destên wan di xwîna zarokên herêmê de heye. Ebdurehman got: "Malbatên şehîdan piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di "Operasyona Sondê" de kirin da ku ajan û sîxurên bi dijmin re ne, eşkere bibin. Ew welatfroş in û têkoşîna gelan ji bo pereyan frotin."

/kr/uploads/files/2022/09/03/200657_-.webp

Amna Ewad El Hemadî dayika şehîd Meyar Tirbespiyê piştgirî da "Operasyona Sondê" û banga berdewamiya wê kir heya girtina hemû ajan û xayînan û got: "Em ê  heya serkfetinê rêya şehîdên xwe bişopînin."

/kr/uploads/files/2022/09/03/200806_-.webp

Dayîka şehîd Hêvîdar Tirbespiyê, Xirme Elî jî wiha got: "Dagirkeriya Tirk piştî têkçûna xwe ya leşkerî, ji bo têkbirina yekitiya gel û pêkhateyan serî li sîxuran da. Divê baş bizane ku çi bike bila bike, ew ê nikare pêşiya vî gelî bigire ku bi hezaran qurbanî ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe yên rewa daye."

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê Operasyona Sondê bi erênî hate nirxandin. Şêniyan banga hesabxwestinê ji ajanan û birîna cezayê herî giran kir.

/kr/uploads/files/2022/09/03/200941_-.webp

Welatiya bi navê Necwa El Ebasî piştgiriya xwe ya "Operasyona Sondê" anî ziman û wiha got: "Di demekê de ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hewayî û bejahî ve rastî êrişên dagirkeriya Tirk tê û rasterast sembolên herêmê û berpirsên wê dike armanc, “Operasyona Sondê” xwedî cihekî girîng e."

Necwa axaftina xwe wiha domand: "Tişta ku van ajanan kiriye, xiyaneteke mezin e li hember welat û gel, pêwîste cezayên herî giran li wan were birîn, ji ber ku bi pereyan zarokên welatê xwe frotin, lewra erkê hemû welatiyan e ku alîlkar bin, xayîn û kesên biguman eşkere bikin û piştgiriya QSD`ê bikin ji bo wan tune bikin."

/kr/uploads/files/2022/09/03/200750_-.webp

Welatiyê bi navê Xalid Xelo jî kiryarên van xayinan bi sûcekî li dijî zarokên fedekar ên herêmê bi nav kir û got: "Van ajanan agahî dane dagirkeriya Tirk da ku zarokên me yên ku canê xwe ji bo vî welatî feda kir û em di nav aramiyê de bijî, bike hedef."

Xalid Xelo got: "Pêwîst e li van xayînan cezayên herî giran bên birîn an werin darvekirin, ji ber ku bû sedema şehîdxistina fermandar û ciwanên herêmê."

/kr/uploads/files/2022/09/03/200925_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Ferhan jî dibîne ku şopandina ajan û sîxuran ne tenê karê QSD`ê ye û wiha domand: "Divê her kes li hember van xayîn û ajanan ku ewlehiya herêmê xirab dikin, berpirsyariya xwe bi cih bîne."

Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji bo girtina kesên bi dewleta Tirk a dagirker re kar dikin, divê em hemû piştgiriyê bidin QSD`ê. Divê em hişyar bin û roleke sereke di radestkirina van ajanan de ji bo aliyên pispor û malbatên şehîdan, bilîzin, da ku biryara çarenivîsa wan bidin."

(hs)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/b7zwej76byA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>