ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-09-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-09-2022
3 îlon, 2022   23:00

-Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Esed (Mervan) li Goristana Şehîd Xebat oxir dikin, saet 17:00'an (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê di roja 11'an de li Kampa Holê dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê li dijî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 24'an de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo dewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema rêber Abdullah Ocalan got ''Ez dikarim di nava hefteyekê de şer rawestînim", dewleta Trk a dagirker tecrîda li ser wî giran kir û êrişên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê zêde kir. Parêzera rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku desthilata Tirk tecrîdeke giran li Îmraliyê dimeşîne û mafên ku di qanûnên Tirkiyê de hatine destnîşankirin, têkildarî rêber Abdullah bin pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvana sûrî Yasmîn Eyniye der barê tevlêbûna xwe ya Komxebata Şêwirê ya Reqayê de got: ''Bi rêya mîna van komxebatan, kar ji bo nêzîkirina nêrînan tê kirin. Her wiha ji bo nêzîkirina nêrînên hevbeş ên ji bo sûriyan girîng in bi taybet li ser asta dozên bingehîn, xebat tê kirin.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang kirin ku ji ajan û xiyanetkaran hesab were xwestin, cezayên herî giran li wan were birîn û radestî zarokên şehîdan werin kirin da ku wan darizînin. Malbatan herwiha piştgiriya xwe ya “Operasyona Sondê" ya ku ji aliyê QSD`ê ve li dijî sîxuran hatiye destpêkirin, rave kir.

- Şêx Fehed El Şelaş diyar kir ku şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê piştgiriya QSD'ê dikin û bang li civata navneteweyî kir ku helwesteke tund li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk dagirker ên li ser gelên herêmê nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîr û hiqûqnasên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku armanc ji êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ew e ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin û hemwextî lihevkirina bi hikumeta Şamê re li Sûriyê siyaseteke nû destnîşan bikin.

JIN

- Ew zaroka ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatî revandin, tecawîzkirin, frotin, îşkence lê hatî kirin û li hemberî hovîtiyê qîr dikir ji aliyê şervanên YPJ`ê ve hate rizgarkirin. Wefa dê jiyana xwe wê ji nû ve saz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Hêzên rejîma Sûriyê nuqteyeke leşkerî li derdora ajarokê Casim yê bakurê Derayê ava kir, bend û nuqteyên xwe yên leşkerî li derdora bajarê ji aliyên rojava û bakur ve xurt kirin. Metirsî hene ku ku hêzên rejîmê bikevin bajêr. Çavkaniyên siyasî yên iraqî da zanîn ku xîtaba serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji alîgirên xwe re ku ji qadê bi çend saetan vekişin, ne plankirî bû.

CIVAK Û JIYAN

- Ev sê meh in rewşa awarte hatî ragihandin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êriş û gefên dagirkeriya Tirk, amadekariyên xwe yên parastinê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî didomînin. Endama Maseya Krîzê Ahîn Siwêd dibêje "Divê gel amadekariyan nesekinîne û piştgiriyê bide rêveberiya xwe ya xweser." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA