Hikumeta Şamê nirxê derxistina pasaportê biha kir

Wezareta Karên Hundir a hikumeta Şamê biryarek stend û li gorî wê derxistina pasaportê ya bilez, biha kir.

Hikumeta Şamê nirxê derxistina pasaportê biha kir
3 îlon, 2022   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a hikumeta Şamê biryarek stend û li gorî wê derxistina pasportê ya bilez biha kir ku berê 300 hezar lîre bû niha bû 500 hezar lîreyên Sûriyê.

Wezaretê biryara xwe wiha rewa kir; qaşo dixwaze pêdiviyên welatiyan dabîn bike.

Dem demê hikumeta Şamê bi biryarên nû sûriyan matmayî dihêle ku xizmeta wan nake, tenê dikeve xizmeta kesên li ser hikumetê têne hesibandin û alîgirên wê.

(dm)

ANHA