Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke berfireh li Hesekê li dar xist

Bi dirûşma "Bi îradeya jina azad û rêxistinbûyî em Sûriya pêşerojê ava dikin", Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê piştî civîneke bi heman rengî di 1'ê Îlonê de li bajarê Qamişlo li dar xistibû di çarçoveya amadekariyên lidarxistina duyemîn kongreya xwe ya giştî de, îro civîna xwe ya duymîn a berfireh li bajarê Hesekê li dar xist.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke berfireh li Hesekê li dar xist
3 îlon, 2022   13:17
HESEKÊ

Civîn li hola Reşo ya bakurê bajarê Hesekê bi amadebûna endamên jin ên Partiya Sûriya Pêşerojê û Kongra Star hate lidarxistin.

Di civînê de berdevka Meclisa Jinan a Kantona Hesekê Nuha El Yesawî li ser destkeftiyên jinan di hemû qadên siyasî, aborî û leşkerî de û qebûlkirina wê ya projeya neteweya demokratîk axivî.

Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Lîn El Zahir jî perspektîfên siyasî û rêxistinî yên Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê xwendin û got: "Ji destpêka damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê ve jinan bi rêya nivîsgehên xwe yên taybet, xwe bi rêxistin kirin. Roleke wan a sereke di nava partiyê de hebû. Di encama keda wê de û li ser esasê biryarên kongreya duyemîn a partiyê, di encama ked û fedekariyên mezin ên jinan de, Nivîsgeha Jinan veguherî Meclisa Jinan."

Lîn El Zahir wiha domand: "Di heyama du salan de, me ji bo yekkirina prensîb û armancên meclisê û mekanîzmaya karkirina wê bi rêya hevahengî, perwerdekirin û pêwendiya demkî kar kir da ku em bighêjin rêxistineke bihêz ku bikare di pêvajoya siyasî de, di qada civakî de û di hemû astên îdarî de pêşengiya qonax û nûnertiya siyasî bike."

Lîn El Zahir bal kişand ser rola girîng a Partiya Sûriya Pêşerojê di pêşeroja Sûriyê de û herî dawî wiha got: "Di pêşketina gelê Sûriyê de û serkêşiya qonaxeke dijwar û girîng di jiyana sûriyan û dîroka Sûriyê de, herwiha di afirandina tecrûbeyeke nû ya demokratiyê û têkoşînê de, roleke stratejîk ya partiyê heye."

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Hesekê Êvîn Mihemed jî behsa xebatên herî sereke û girîng ên meclisê kir.

Civîn bi şopandina rêya şehîdan û bi taybet şehîd Hevrîn Xelef; sekretera Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî û dê heya avakirina Sûriyeke demokratîk ne navendî, li ser şopa şehîdan bin.

(hs)

ANHA