Rojnameyên erebî: Agirbesta Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê li ber hilweşînê ye

Rojnameyên erebî yên îro behsa xitimîna siyasî ya li Iraqê, rewşa Lîbyayê û kuştina 3 çeteyên DAIŞ´ê bi operasyoneke meydanî li Tunisê kir.

Rojnameyên erebî: Agirbesta Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê li ber hilweşînê ye
3 îlon, 2022   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

‘AGIRBESTA TEVGERA SEDR Û ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ LI BER HILWEŞÎNÊ YE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Di roja 4´an de li Iraqê piştî bûyerên şeva duşemê, aramiyek heye. Lê agirbesta pûç a di navbera Tevgera Sedr û hêzên Çarçoveya Hemahengiyê de nehatiye nivîsandin, li ber hilweşînê ye. Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ew jî tev li xeta krîza Iraqê bû û banga xweragirtinê û destpêka diyalogê, bêyî derengxistinê kir da ku çareserî pêk bên.

Di demekê de ku Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê dosyayên taybet ên hilweşandina parlamentoyê bi paş xistin, tawanên her du aliyan hîna cihê metirsî û fikaran in. Nexasim jî piştî wezîrê Sedr Salih Mihemed El Iraqî ji serokwezîr Mistefa Kazimî xwest ku serokê desteya Heşdî Şebî Falih Feyad biguherîne."

‘DER BARÊ CIHÊ LIDARXISTINA DADGEHA BILIND A LI LÎBYAYÊ DE NAKOKÎ HENE’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Serokê Meclisa Nûneran Eqîle Salih da zanîn ku cihê lidarxistina Dadgeha Bilind a Lîbyayê li şûna li bajarê li Beyda be, li rojavayê welat anku li Terablusê ye û serokê wê Mihemed El Hafî "ne rewa" ye. Li hember vê yekê serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid Muşrî îtîraz kir.

Salih roja pêncşemê peyamek ji serokê Meclisa Bilind a Dadweriyê û şêwirmendê Dadgeha Bilind re şand û tê de got nakokiyên nû tevliheviyên li Lîbyayê zêde dikin.

Salih da zanîn ku El Hafî bi biryareke kongreya nîştimanî ya berê hat erkdarkirin ku bibe serokê Dadgeha Bilind.

Salih serokê Meclisa Nûneran a Lîbyayê agahdar kir ku lidarxistina dadgehê ne li cihê wê yê qanûnî ne rast e.

Salih da zanîn ku li gorî biryara Meclisa Nûneran a 6’an ya sala 2014´an a têkildarî birêxistinkirina dadgeha bilind ku di madeya yekemîn de hatiye, divê navenda lidarxistina dadgehê ji dêvla Terablusê li Beydayê be.

Muşrî bi peyamekê bersiv da peyama Salih û diyar kir ku divê li gorî biryara daîreya destûrê ya Dadgeha Bilind civînên dadgehê li Terablusê li dar bikevin."

‘LI TUNISÊ 3 ÇETEYÊN TERORÎST HATIN KUŞTIN’

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El Beyan ev tişt nivîsî: "Artêşa Tunisê duh ragihand ku 3 çekdarên alîgirên rêxistina DAIŞ´ê ya terorîst bi operasyonekê li herêma Qesrên a li rojavayê welat kuştine. Wezareta Parastinê bi daxuyaniyekê da zanîn ku bi operasyoneke meydanî ya hevbeş li çiyayên Selûm 3 çeteyên terorîst ên girêdayî rêxistina DAIŞ´ê kuştine.

Operasyonên ji bo şopandina endamên rêxistina terorîst berdewam in. Di wê operasyonê de tu endamên ji hêzên artêşê û ewlehiyê birîndar nebûn. Li aliyekî din jî Wezareta Hundirîn a Tunisê da zanîn ku operasyonên paqijkirinê ji bo lêgerîna li terorîstan berdewam in."

(fr)