Malbatên şehîdan: Bi xweparastin û hevgirtinê em ê dagirkeriyê têk bibin

Malbatên şehîdan ên Reqayê destnîşan kirin ku bi hevgirtina pêkhateyan û xweparastinê dê dagirkeriya Tirk têk biçe û gotin: “Herêmên me bi saya hevgirtina me û fedakariya şehîdên me ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û em ê heta têkbirina dagirkeriya Tirk hîn şehîdan bidin.”

Malbatên şehîdan: Bi xweparastin û hevgirtinê em ê dagirkeriyê têk bibin
3 îlon, 2022   05:36
REQA

Hêza gelê her herêmekê di hevgirtina wî gelî li hemer dijmin de ye. Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, ku hewl dide hevgirtina gel û projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Têkildarî mijarê, malbatên şehîdan ên Reqayê ji ajansa me re destnîşan kirin ku hevgirtina civakî û xweparastin rêya yekane ya têkbirina planên dagirkeriya Tirk e.

Dayika şehîd Xelef El Boş, Etab El Dêf wiha axivî: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de Reqayê ketin bin kontrola gelek aliyan, lê bi saya fedakariya şehîdan û hevgirtina gel ew hatin têkbirin, lê niha metirsiya herî mezin dagirkeriya Tirk e ku rojane bi balafirên bêmirov ên biçek û topan êrişî herêmên me dike.”

Etab El Dêf wiha zêde kir: “Em rê nadin dagirkeriya Tirk ku xaka me binpê bike, me bi hezaran şehîd dan û amade ne mîlyon şehîd jî bidin. Erdogan îdiaya Îslamê dike, lê kanî ew îslam, dibêje Ellahuekber û gelê Sûriyê dikuje û xaka wî dagir dike.”

Etab El Dêf di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê û got: "Hemû pêkhate bira ne û tu cudahî di navbera Kurd, Suryan û Ereban de tune ye, yên ku ev cudahî derxistin çeteyên DAIŞ’ê bûn, lê divê em bibin yek. Em nahêlin ku tu hêz projeya me ya neteweya demokratîk têk bibe ku me bi saya xwîna şehîdên xwe pêk aniye."

Di dawiya axaftina xwe de Etab El Dêf bang li welatiyên sûrî yên ku tev li projeya Erdogan bûne, kir ku vegerin xaka xwe û wê ji dagirkeriya Tirk biparêzin.

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, Ehmed El Hemûd destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kêleka QSD’ê ye û got: “Parastina xaka me ji dagirkeriya Tirk erkek e li ser milê me.”

El Hemûd wiha axaftina xwe domand: “Me bi hezaran şehîd ji bo rizgarkirina herêmên me ji DAIŞ’ê dan û em ê hîn zêdetir şehîd bidin ji bo tevahiya xaka Sûriyê rizgar bikin û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê jê derxin.”

Di dawiya axaftina xwe de, El Hemûd wiha axivî: “Em wek malbatên şehîdan û şêniyên Reqayê em li kêleka hemû pêkhateyan û hêzên leşkerî ne da ku em van êrişan têk bibin, ji ber ku gava em yek bin wê demê dagirkeriya Tirk nikare bihostek ax ji xaka me dagir bike, tiştê ku dagirkeriya Tirk dike dermirovî ye.”

Her wiha hevserokê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan, Elî Hesûn destnîşan kir ku erkê parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkekî nîştîmanî ye û got: “Em li ser şopa şehîdan in û em ê êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin.”

El Hesûn domand: “Em wek malbatên şehîdan divê em bi hemû pêkhateyên xwe bibin yek û li dijî çi kesên ku gefan li van herêman dixwin, bi taybet dagirkeriya Tirk a ku êrişî xaka me dike û hewl dide me koçber bike, bisekinin.”

(mh)

ANHA