​​​​​​​Niştecihên Kampa Holê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê silav kir

Niştecihên Kampa Holê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê silav kir û gotin, bi zêdebûna êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker re rewşa kampa xirab bû û diyar kirin ku destê Tirkiyê di bûyerên ku li kampê rû didin de heye. Niştecihên kampê hêvî kirin ku hêzên ewlekariyê di zûtirîn dem de kampê ji şaneyên DAIŞ'ê paqij bikin.

​​​​​​​Niştecihên Kampa Holê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê silav kir
​​​​​​​Niştecihên Kampa Holê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê silav kir
​​​​​​​Niştecihên Kampa Holê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê silav kir
​​​​​​​Niştecihên Kampa Holê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê silav kir
​​​​​​​Niştecihên Kampa Holê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê silav kir
3 îlon, 2022   05:59
HESEKÊ – EHMED SEMÎR- CÎHAN BÎLGÎN

25'ê Tebaxa borî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD, YPJ û YPG'ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê yên li Kampa Holê ragihand.

Bi zêdebûna gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, kiryarên hovane li Kampa Holê zêde bûn ku kampa her xetere li cîhanê ye.

Ji tirsa ku şaneyên DAIŞ'ê li kampê belav kirine, niştecihên wê newêrin kêfxweşiya xwe bi Pêngava Mirovî û Ewlehiyê re parve bikin.

Li ser mijarê hejmarek niştecihên kampê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re  xwest ku ewlehî û aramiyê vegerînin kampê.

Penaberê iraqî H.W hêvî kir vegere warê xwe û got: “Rewşa kampê ne baş e, ewlehî li vir tune ye.”

H.W wiha domand: “Em nizanin çima bûyerên kuştinê wiha tên pêkanîn. Em li vir in haya me ji tiştekî nîn e. Em nikarin bipirsin jî, eger me bipirsin em ê bikevin nav pirsgirêkan. Li vir tirs heye.''

Ji destpêka sala 2022'yan ve, bûyerên qetilkirinê li kampê zêde bûne. Şane û malbatên çeteyên DAIŞ'ê di nav 8 mehên dawî de 43 êriş pêk anîn, 44 kes di nav de 14 jin û 2 zarok qetil kirin.

'DANÛSTANDINA WAN BAŞ E'

Têkildarî danûstandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi niştecihên kampê re di dema pêngavê de, H. Wgot: “Danûstandina wan baş e, me tu kêmasî ji wan nedîtiye.”

E.H temenmezinekî iraqî ye got: “Bi xwedê em ji kuştinê ditirsin, jin kuştin. Ev hikumet baş e li ser serê min e.”

Der barê rewşa hundirê kampê de E. H diyar kir ku rewş ji ya berî sê salan gelekî hat guherîn, rewş niha pir xerab e, eger tu derket sûkê dibe ku tu venegerî konê xwe.

Li ser hêzên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê jî E. H got: “Ew pêbawer in, talanî û diziyê nakin, wan erkê xwe yê paqijkirina konan pêk anî, eger hikumeta Iraqê jî wek wê bike, em nedigihîştin vê astê.”

E.H hêvî kir ku ewlehî û aramî vegerin Kampa Holê.

'GELEK KES BÊSÛC HATIN QETILKIRIN'

Her wiha, C. S têkildarî rewşa ewlehiyê ya li kampê wiha axivî: “Berê rewşa vir aram bû, me bê tirs xew dikir, lê îro em nikarin bi şev rakevin, gelek kes bêsûc hatin kuştin û yên ku tên kuştin bi derketina ji îslamê tên tawanbarkirin. Em nizanin kî wiha dike, yê ku em dizanin ew e ku ew dixwaze aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Wan bi şev cîranê me qetil kir.”

'DESTÊ TIRKIYÊ DI BÛYERÊN KU DI KAMPÊ DE DIQEWIMIN HEYE'

C.S diyar kir ku hemû niştecihên kampê ji bûyerên kuştinê ditirsin, di vê havînê de qet li derveyî konê xew nekiriye û her kes di hundirê konê xwe de xew dike.

C.S her wiha diyar kir ku piştî qonaxa yekemîn a pêngavê, rewşa aram 3 meh dom kir, lê bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker re aramiya li vir têk çû û got: "Destê Tirkiyê di bûyerên ku di kampê de diqewimin heye. Em bang li hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê dikin û aramiyê vegerînin kampê û şaneyên DAIŞ’ê bigirin.”

'EM ARAMÎ Û EWLEHIYÊ DIXWAZIN'

Koçbera bi navê L.C wiha jî got: “Li vê kampê aramî tune ye, em dixwazin aramî veger.”

Koçbera bi navê D. Q jî got: “Em aramiyê dixwazin ji ber ku em ditirsin zarokên me werin revandin û kuştin. Em ditirsin wan bişînin dibistanê ji ber ku aramî tune ye, bi şev em li benda sibehê ne ku em hinekî aramiyê hîs bikin.”

D. Q hêvî kir ku vegere warê xwe û got: “Xwezî em biçin warê xwe. Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn dixwazim aramî û ewlehiyê vegerînin kampê, tenê ew dikarin wiha bikin.”

 (mh)

ANHA