​​​​​​​Dayikên şehîdan li ser şêwazê radestkirina cenazeyê şehîd Welat: Bêexlaqî ye

Dayikên şehîdan, şêwazê radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan ( Welat Çiya ) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bavê wî re şermezar kir û gotin ku ew êşa dayika şehîd Welat hîs dikin û pê re dijî. Dayikan her wiha bêdengiya civata navneteweyî weke alîkariyekî ji bo dewleta Tirk a dagirker bi nav kir.

​​​​​​​Dayikên şehîdan li ser şêwazê radestkirina cenazeyê şehîd Welat: Bêexlaqî ye
3 îlon, 2022   01:49
QAMIŞLO -ELÎ GEDRO-DELÎLA GABAR

Hestiyên Hakan Arslan ê 2’yê Kanûna 2015’an dema Berxwedana Xwerêveberiyê a Bakurê Kurdistanê li navçeya Sûrê ya Amedê şehîd bûbû, piştî 7 salan, di tûrekî de radestî bavê wî hat kirin. Di Mijdara 2021’an de di encama testa DNA´yê de hatibû tespîtkirin ku cenaze yê Hakan Arslan e û  ji Saziya Tiba Edlî (ATK) şandin Edliyeya dagirkeriya Tirk a li Amedê. Hestiyên Arslan ên ku roja pêncşemê gihiştin Edliyeya Amedê, ji wê rojê ve li odeya dozgerê ku bi dosyayê ve mijûl dibe, dihatin sekinandin, piştî 7 sal li ser bûyera şehîdbûna Welat Çiya re derbas bûn,  di 29 ‘ê Tebaxê de di kîsekî de radestî bavê wî hatin kirin.

Dayikên şehîdan ên bajarê Qamişlo ev kiryarê dewleta Tirk şermezar kir û got: “Em êşa dayika şehîd Welat hîs dikin û soza xurtkirina têkoşînê didin.”

'DÎMENEKÎ PIR BI ÊŞ BÛ, BANDOREK MEZIN LI ME KIR'

Dayika şehîd Hozan û şehîd Xebat, Cewahir Îbrahîm diyar kir ku şêwazê radestkirina hestiyê şehîd, bêexlaqiya dewleta Tirk îsbat dike û got: ''Ez dayika du şehîdan im, min êş û hesreta negirtina cenazeyê şehîdê xwe kişand. Dema çavê me li dîmenê bavê şehîd ket, çawa malbata şehîd Welat ev hest jiya ku herî dawî dewleta Tirk a dagirker cenazeyê şehîd Welat di kîsekekî de radestî bavê wî kir, ji kûrahiya dilê xwe de carek din ew êşa şehîdê xwe me hîs kir. Rêbazê dewleta Tirk a dagirker ku cenaze pê radest kiriye dîmenkî pir biêş bû ku bandorek mezin li me kir. Di vir de herî zêde bêexlaqiya dewleta Tirk derdikeve holê ku rêzgirtina ji mirovahiyê re bi carekê nehatiye berçavgirtin.”

Cewahîr Îbrahîm anî ziman ku şehîd nirxên wan yên herî pîroz in û pêşengên şoreşa wan in û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker êrişî hemû nirxên me dike. Ew rêbazê ku hatiye bikaranîn jî, bizanebûn bû ku armanc ew e malbat deh qatan êşa şehadeta kurê xwe bikişîne, ev jî yek ji şêwazên şer e ku dewleta Tirk a dagirker li hember gelê me dimeşîne. Dewleta Tirk a dagirker ji rêzgirtin û nirxdayîna me ya ji şehîdên me re, ditirse. Ji ber vê yekê derfetê nade ku em şehîdên xwe bi kombûyînên girseyî û bi awayekî layîq, bispêrin axê.”

Cewahîr Îbrahîm bêdengiya civata navneteweyî li hember van kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha pê de çû: “Ev bêdengî rê li ber kiryarên bi vî rengî vedike, di heman demê de jî civata navneteweyî bi vî rengî dibe alîkarê dewleta Tirk a dagirker ku van sûcên dijmirovî pêk bîne. Her wiha, em helwesta dayikên şehîdan li Bakurê welat, li hember bûyera radestkirina cenazeyê şehîd Hakan, kêm dibînin û banga xwe li wan dikin ku hîn  bihêrs li hember dewleta Tirk a dagirker derkevin kolanan û kiryarên ku tên kirin, şermezar bikin. Bêrêziya dewleta Tirk a li hemberî cenazeyên şehîdên me ne nû ye, berê jî bûyerên bi vî rengî bi serê gelê me hem li Bakurê Kurdistanê, hem jî di şerên ku dewleta Tirk a dagirker ê li ser Rojava de hate kirin ku cenazeyên zarokên me ketine destê wan û yek carê bêrêz nêzîkê bûn.”

Cewahîr Îbrahîm bi bîr xist ku şerê dewleta Tirk a dagirker dide meşandin, di gelek enî û bi gelek şêwazan tê kirin û got: "Êrişên li ser Heremên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî wê, her wiha armancgirtina erebeyên sivîlan û topbarana li seranserê heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînak in. Vê bûyerê her dayikek êşand."

Dayika şehîd Hozan û şehîd Xebat, Cewahîr Îbrahîm wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila dijminên me baş zanibin, nirxên me bi şêwazên wan têk naçin, em li ser doza şehîdên xwe têdikoşin ta ku em armancên şehîdên xwe pêk bînin.”

 'DI OXIRA AVAKIRINA JIYANÊ Û WELATEKÎ AZAD DE XWE FEDA KIRIN'

Dayika şehîd Cemşîd Qamişlo û hevjîna şehîd Cemaledîn Elo Ereb, Delal Bedûz a ji pêkhatiya Ereb jî, şêwazê dewleta Tirk a dagirker ku li hember malbata şehîd Welat raber kirî şermezar kir û wiha hestê xwe anîz ziman: “Piştî 7 salan di ser şehadeta şehîd Welat re derbas bûn, cenazeyê şehîd di kîsekekî de radestî bavê şehîd kir. Kiryarên ku niha dewleta Tirk a dagirker li hember gelê Kurd dike, sûcên dijmirovî ne. Divê saziyên mafên mirovan li pêşberê van kiryaran bisekinin û faîlê van kiryaran ceza bikin.”

Delal Bedûz, têkildarî dîmenê radestkirina cenazeyê şehîd Welat bo malbata wî, wiha got: ''Dema ew dîmen hate ber çavê min, min wisa hîs kir ku şehîd Welat zarokê min e. Ez hestên dayika Hakan hîs dikim ji ber êşa min û wê yek e û êşa hemû dayikên Kurd e. Şehîdên me di oxira avakirina jiyan û welatek azad de canê xwe feda kirine. Me bi têkoşîna xwe ji cîhanê re daye nîşandan ku em aştîxwaz, mafxwaz, exlaqî û ekolojî ne, me tu carî ji bo mirovahî û xwezayê sûc nekirine, her tim em rastî êrişên tunekirinê hatine û li hember me her cure şer hatiye meşandin.”

Delal Bedûz di dawî de bang li dayikên şehîdan ên li Bakurê Kurdistanê  kir ku derkevin qadan û bi girseyî meşan li dar bixin ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker red û şermezar bikin.

'BI ŞEHADETA ZAROKÊN XWE DIÊŞIN, LÊ EM PÊ NAŞKÊN

Dayika şehîd Dilbirîn Girbawî, Leyla Mihemed jî anî ziman ku ew bi bûyera şehîd Welat gelekî bandor bûn û wiha dest got: “Careke din me rastiya faşîzma dewleta Tirk a dagirker bi çavan dît ku bi van kiryarên xwe yên li dijî me hewl dide vîna me têk bibe û ji bo em doza xwe berdin. Biryara me ew e ku em çi qas bedel jî bidin, em canê xwe jî bidin, em dev ji doz û axa xwe bernadin, em bi biryar in ku polîtîkayên dijminê xwe têk bibin û ji bedeldayîn re amade ne. Em bi şehadetên zarokên xwe diêşin, lê em pê naşkên. Em bi şehîdên xwe hene, wê şehîdên me her bimînin pêşengên şoreşa me.”

Leyla Mihemed wiha dawî li nêrîna xwe anî: “Îro eger dewleta Tirk a dagirker di şexsê malbata şehîd welat de vê kiryara qirêj li pêşberî çavê hemû dinyayê dike, bê ku kes an jî aliyek hewlesta xwe li hemberê bêje, ev ji bo me tê wateya ku hemû dinya dijminatiya me dike. Li ser wê jî, em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin, hetanî henaseya xwe ya dawî ji heft, heta heftê salî em amade ne ku li hember dijminê xwe şer bikin.”

ANHA