​​​​​​​Nesra Derwêş: Başûrê Kurdistanê veguheriye qadeke tesfiyekirina şoreşgerên Kurd

Hevseroka PYD`ê şaxê Herêma Firatê Nesra Derwêş got Başûrê Kurdistanê bûye qadeke tesfiyekirina şoreşgerên Kurd bi destên ajanên dewleta Tirk a dagirker û tekez kir ku êdî aqil vê ranake ku ajan bi roj derdikevin û şoreşgeran hedef digirin.

​​​​​​​Nesra Derwêş: Başûrê Kurdistanê veguheriye qadeke tesfiyekirina şoreşgerên Kurd
3 îlon, 2022   04:32
KOBANÊ

Têkildarî şehîdxistina endamê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û nivîskar Suheyl Xorşîd ku bi "Mamoste Şemal" tê nasîn li navçeya kifrî ya Germiyan û rewşa Başûrê Kurdisanê ku bûye navendeke ajanên dewleta Tirk a dagirker û qadeke hedefgirtina kesayetên welatparêz ên Kurd, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Herêma Firatê ji ajansa me re axivî.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê serwer e. PDK rê li pêşiya artêşa Tirk vekir ku bi dehan baregehên leşkerî li Başûr ava bike û bi deh hezaran leşkerên dagirker û hemû cureyên çekan lê bi cih kirin.

Gelek raporan destnîşan kir ku navendên istixbaratên dewletên herêmî li Başûr hene, di serî de yên dewleta Tirk a dagirker. Beriya niha jî Îranê êrişî parêzgeha Hewlêrê kir û tekez kiribû ku wê navendên Mossad a Îsraîlê hedef girtiye.

Nesra Derwêş wiha axaftina xwe dewam kir: "Herêma Başûrê Kurdistanê bûye qadeke tesfiyekirina têkoşer, fermandar, siyasetmedar û şoreşgerên Kurd bi destên ajanên dewleta Tirk a dagirker ku wir ji bo pêkanîna planên xwe bi kar tînin. Êdî jiyana têkoşerên me li Başûrê Kurdistanê di xeteriyek mezin de ye û şehîdxistina Suheyl Xorşîd li wir ne operasyona yekemîn e, lê belê berdewamiya planên Tirkiyê yên bi armanca qirkirinê ye."

Nesra anî ziman ku êdî aqil van bûyeran ranake û wiha dewam kir: "Ajanên dewleta dagirker bi roj têkoşerên me yên ji bo dermankirinê diçin nexweşxaneyên Başûr dike armanc, desthilata wir vê yekê kontorl nake lewma ji wan re bûye tiştekî normal. Kesên van hedefgirtinan pêk tînin dizanin kê hildibijêrin û nûnertiya kîjan alî dikin. Her wiha girîngiya kesayetên welatparêz yên mîna Suheyl Xorşîd baş dizanin."

Nesra îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguherîne qadeke şehîdxistina têkoşerên Kurd, lê bi saya pêngavên QSD`ê yên girtina sîxuran û şopandina çeteyên DAIŞ`ê, planên wê têkçûn û nikarî herêmên me bike Başûrê Kurdistanê ya duyemîn di tesfiyekirina şoreşger û kesayetên welatparêz de."

Nesra Derwêş bang li gelên Kurdistanê kir di qonaxa bê de hişyar bin, ji ber ku dewleta Tirk bi hemû rêbzên şer êrişî herêmê dike.

Nesra Derwêş ji hevkariya desthilata Başûrê Kurdistanê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ku şerê çiyayê Kurdistanê dike, mat ma û got: "Rêya xayinan kin e û di dawiyê de serkeftin para Kurdên hewldana şikandina bendên li ser wan hatiye ferzkirin."

Hêjayî bibîrxistinê ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê gelek sûcên sûîqastê pêk hatin, ji wan şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê Başûrê Kurdistanê Şukru Serhad ku di 17`ê Îlona 2021`ê li bajarê Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî hat.

(eh)

ANHA