​​​​​​​Xwediyê mala ku hatibû topbarankirin bêdengiya hêzên Rûsyayê şermezar kir

Dagirkeriya Tirk duh li navçeya Til Temirê taxek ku tenê 1 km dûrî baregeke Rûsyayê ye, topbaran kir. Xwediyê maleke li taxê bêdengiya hêzên Rûsyayê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir.

​​​​​​​Xwediyê mala ku hatibû topbarankirin bêdengiya hêzên Rûsyayê şermezar kir
2 îlon, 2022   12:08
HESEKÊ

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh gundên Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin, ji wan Til Tewîl ê asûriyan ê li gundewarên rojava û gundê El Ebûs ê li bakurê navçeyê. Danê êvarê jî gundê Um El Kêf topbaran kir, di encamê de zirar gihaşt xeta kehrebeyê dide stasyona kehrebeyê ya Til Temirê, lewma navçe û gundewarên wê di tariyê de man.

Dagirkeriya Tirk her wiha taxa Hemre ya li bakurê navçeyê ku tenê 1 km dûrî baregeheke Rûsyayê ye, topbaran kir.

Têkildarî mijarê xwediyê maleke li taxa Hemre hate topbarankirin Mihemed Şêx Elî axivî û got: "Dema dagirkeran gundewarên Til Temir topbaran kir, me amadekariya razanê dikir. Wekî her carê dema me dengê topan bihîst, me xwe ji rewşên awarte re amade kir. Piştî 3 deqeyan ji topbaranê topek li mala min ket."

Şêx Elî anî ziman ku di encama topbaranê de tenê zirarên madî çêbûn û wiha dewam kir: "Ev cara yekemîn e ku tax tê topbarankirin û tevî 1 km dûrî baregeke hêzên Rûsyayê ye, lê dîsa jî li hemberî vê êrişê bê deng ma."

Şêx Elî bêdengiya hêzên Rûsyayê rexne kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê dawî li van kiryaran were û madem hêzên Rûsyayê li herêmê garantor in, divê nehêlin dagirker herêmê topbaran bikin."

(eh)

ANHA