Çalakiyên bersivdanê yên HRE`yê: 2 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kuştin

HRE´yê ragihand ku hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Marê yê gundewarê Helebê û Kefircenê ya Efrîna dagirkirî di 27 û 28´ê Tebaxê de çalakî li dar xistine, di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker û 2 çete hatin kuştin.

Çalakiyên bersivdanê yên HRE`yê: 2 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kuştin
2 îlon, 2022   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên di 27 û 28´ê Tebaxê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya HRE´yê de ev hate gotin:

"Li hember êrişên artêşa Tirk a qirker, çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

Di roja 27’ê Tebaxê de, li bejahiyê Marê 2 çalakiyên sekvanî hatin lidarxistin. Di encama van her du çalakiyan de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.

Di roja 28’ê Tebaxê de, li gundê Kefircenê yê girêdayî Efrînê, li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 2 leşker û 2 çete hatin kuştin. Li hember êrişên artêşa Tirk a qirker çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam bikin."