Li Efganistanê di mizgeftekê de teqîn: Kuştî hene

Di encama teqîneke li mizgefteke bajarê Herat ê Efganistanê de oldarekî ser bi Talîbanê ve û çend kesên pê re, hatin kuştin.

Li Efganistanê di mizgeftekê de teqîn: Kuştî hene
2 îlon, 2022   11:20
NAVENDA NÛÇeYAN

Li gorî Ruetersê, polîsên Efganistanê ragihand ku îro li mizgefteke bajarê Herat ê li rojavayê Efganistanê teqînek pêk hatiye, di encamê de oldarekî alîgirê Talîbanê hatiye kuştin.

Berdevkê polîsên Heratê Mehmûd Resûlî got: "Mucîb Erehman Ensarî, çend parêzvanên wî û hin sivîl dema berê xwe didan mizgeftê hatine kuştin."

Resûlî hejmara qurbaniyên teqînê eşkere nekir.

Ajansa nûçeyan ‘Herat News’ jî li gorî çavkaniyên xwedî agahî ragihand ku cîgirê yekemîn ê serokwezîrê hikumeta Talîbanê Mela Ebdulxenî Birader û hin fermandarên tevgerê li nimêja înê ya li mizgefta Heratê amade bûn.

Heta niha tu aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe, Talîbanê jî sedema teqînê û hejmara qurbaniyan eşkere nekirin.