​​​​​​​Li Derayê 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Tefes ê Derayê kesek bi guleyên kesên nenas hat kuştin, kesekî din jî bi mayina ku li erdên çandiniyê yên li derdora bajarokê Ixel hatibû bicihkirin, hat kuştin.

​​​​​​​Li Derayê 2 kes hatin kuştin
2 îlon, 2022   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Tefes ê li rojavayê Derayê dema ku kesek li ser banê mala xwe tevî zarokên xwe rûniştibû, bi guleyên kesên nenas hat kuştin.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka îsal ve li Derayê 366 êriş bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 308 kes hatine kuştin, piraniya wan sivîl, endamên hêzên hikumeta Şamê, hevkarên saziyên ewlehiyê, endamên "lihevhatinan" û çekdarên xwecih in ku "lihevhatin" pêk anîne.

Li erdên çandiniyê yên derdora bajarokê Ixel ê li bakurê rojavayê Derayê jî ku di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ye, mayinek bi welatiyekî de teqiye, di encamê de hat kuştin û birayî wî jî birîndar bû.

Ji destpêka îsal de ji ber mayinan û bermahiyên şerê Sûriyê 168 kes hatine kuştin û 251 kes birîndar bûne.

(cx)