Komxebata şêwirê ya li Reqayê dest pê kir

Komxebata şêwirê ya li Reqayê ku Kongreya Hêz û Kesayetên Nîştimanî ya Sûriyê li dar dixe, dest pê kir.

Komxebata şêwirê ya li Reqayê dest pê kir
2 îlon, 2022   09:35
REQA

Di komxebatê de ku Hola Mişwar a Reqayê li dar dikeve, 50 delegeyên ji partiyên siyasî, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl amade ne.

Li gorî komîteya amadekar, komxebat dê 2 rojan dewam bike. Dê di komxebatê de 3 mijarên sereke werin nîqaşkirin; rewşa siyasî bi giştî, girîngiya nenavendîbûnê û nasnameya neteweyî.

Axaftina destpêkê, endama komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokrat Canda Mihemed kir û wiha got: "Krîza Sûriyê 11 sal li pey xwe hiştin, bêyî tu çare pêk bên. Ew yek ji ber rewşa tevlihevî û destwerdanên derve û ajandeyên wan li ser hesabê gelê Sûriyê pêk hat. Hêzên destwerdêr nakokiyên hundirîn bi kar anîn. Li kêleka wê jî desthilata li Şamê hîna di zîhniyeta xwe ya înkar û dûrxistinê de dewam dike. Li aliyekî din jî muxalefetê pişta xwe da derve û nakokiyên li ser desthilatê di navbera wê de çêbûn.”

Canda Mihemed wiha domand: "11 sal ji şoreşa Sûriyê ji bo ders werin girtin bes e ku girîngtirîn stûn û hêmanên serkeftina şoreşê nêrîn û analîzek baş ji bûyeran re ye. Da ku bi armanc û rêgezên şoreşê û berjewendiyên gelê Sûriyê re bibin yek."

Canda Mihemed got: "Divê em şaşiyên xwe yên berê telafî bikin û hêzên neteweyî yên demokratîk komî ser hev bikin. Her wiha nêrîneke diyar a giştî ji bo krîza Sûriyê bi rêya diyaloga hemû aliyên sûrî derxin pêş û divê berjewendiya gel di ser hemû berjewendiyan re be."

Canda Mihemed diyar kir ku tiştê îro ji însiyatîfa ber bi yek nêrînê û helwesteke sûrî ya neteweyî tê pêşkêşkirin ne ji îro ve ye, lê belê encama 2 salên hevdîtinên şêwirê bi gelek hêz û kesayetên neteweyî yên demokrat ên sûrî yên xwedî paşxaneyên siyasî, serbixwe ne û hevdîtinên bi akademisyenên li hundirê Sûriyê û derveyê wê ne.

Komxebat bi axaftinan berdewam dike.

(fr)

ANHA