​​​​​​​Îlham Ehmed: Ji bo destpêkirina qonaxeke nû şansekî mezin li pêş sûriyan heye

Seroka Desteya Rêveber a MSD´ê Îlham Ehmed bal kişand ser pêwîstiya yekkirina nêrînên aliyên Sûriyê ji bo çareserkirina krîzê û got "Divê em li benda çareseriyên ji hêzên navneteweyî nemînin."

​​​​​​​Îlham Ehmed: Ji bo destpêkirina qonaxeke nû şansekî mezin li pêş sûriyan heye
2 îlon, 2022   10:21
REQA

Îlham Ehmed di Komxebata Şêwirê ya Reqayê de ku li Reqayê bi beşdariya bi dehan siyasetmedar û hiqûqnasan pêk tê, axivî.

Piştî axaftin destpêkê, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û endama rêveber a komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokrat Îlham Ehmed beşa yekemîn a girêdayî pêşdeçûnên siyasî û girîngiya çareya siyasî şîrove kir.

Îlham Ehmed wiha got: "Em dixwazin li ser hin pêşdeçûnên siyasî û girîngiya çareseriya siyasî li Sûriyê nîqaş bikin. Lê beriya wê, ji sal û nîvekê ve çalakiyên komîteya amadekar ên lidarxistina vê kongreyê hebûn."

Îlham Ehmed wiha domand: "Destwerdanên derve li Sûriyê êdî li pêş çareseriya siyasî ya li Sûriyê astengî ye, bi wê re diviyabû em li hev bikin û vê kongreyê li dar bixin û gelek hevdîtinan li dar bixin. Heta niha em tê gihîştin ku rêjeya mezin ji sûriyan li ser çareya siyasî li Sûriyê li hev kiriye. Lê ev deng, bê deng in, divê em van dengan kom bikin, bikin yek û ber bi guhartinê ve bibin da ku hegemonyaya li Sûriyê bi dawî bikin."

Îlham Ehmed bal kişand ser hêzên demokratîk ên lihevkirî û got: "Lê destek ji van hêzan re divê, dema ew hêz hatin komkiirin dê rewşeke nû ji sûriyan re were avakirin."

Îlham Ehmed îşaret bi xebata siyasî ya li Sûriyê kir û got: "Ev xebat piştî şerê li Ukrayna, civînên li Tehran, hevdîtina Pûtîn û Erdogan rawestîn heta xebata komîteya destûrê jî rawestî. Bi wê re mijara xebata siyasî bi dawî bû û em hêvî nakin ku pêşdeçûn çêbin an jî destpêka qonaxeke nû be. Li pêş sûriyan ji bo destpêkirina qonaxeke nû dûrî bandorên tu hêzên derve, şanseke mezin heye. Ez texmîn dikim ku me gelek şans ji dest dan."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku ji bo rewşa navneteweyî nakokî di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, li herêma Rojhilata Navîn hene û dê şerê li Ukraynayê jî bibe xala veguherînê ku bandorek li tevahî dewletên cîhanê kir, mîna dozên herêmî, siyasî û leşkerî.

Têkildarî civîna Madrîdê Îlham Ehmed ev tişt anî ziman: "Civîna Madrîdê civîneke girîng bû, bi rêya wê NATO´yê xwest endamên xwe zêde bike û siyaseta xwe li ser cîhanê ferz bike û li hember Çîn, Rûsya û Îranê bisekine. Nêrînên dewleta Tirk jî cuda bûn, lê berçav nehatin girtin, ji ber xema wê ya yakane Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Îlham Ehmed wiha dirêjî da axaftina xwe: "Civîna Tehranê girîng bû. Rewşa Sûriyê jî li tevahî civînên navneteweyî tên nîqaşkirin. Di wan civînan de texmîn dikin ku sîstemeke siyasî li Sûriyê were xêzkirin, da ku Rojhilata Navîn were kontrolkirin. Lê em sûrî jî di van civînan de tune ne."

Li ser civînên Astanayê jî Îlham Ehmed got: "Me di civînên Astanayê de dît ku komîteya destûrê hate sekinandin û cihê civînê hate guhartin. Ev yek tê wateya xebata komîteya destûrê bi dawî bû. Nêzbûna di navbera Sûriyê û dewleta Tirk de çêbûye, dê li ser hesabê gelê Sûriyê be."

Îlham Ehmed ev tişt anî ziman: "Kiryarên dewleta Tirk bi rêya komên terorîst kirine, dihêle em bi çi nêzbûnên bi Tirkiyê re nefikirin. Li pêş van nêzbûnan astengî hene, ji wan jî şertên rejîmê ne. Li gorî Tirkiyê gelê Sûriyê ne xema wê ye, lê belê dosyaya koçberan bi kar tîne û li ser vê yekê gelek pere wergirtin."

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de got: "Em sûrî dikarin çarenûsa xwe diyar bikin, ger em li ser pêşeroja Sûriyê ya nû li hev bikin. Lê ger em li benda hêzên derve bimînin, ne pêkan e Sûriyê û gelê wê rizgar bikin."

Seroka Desteya Rêveber a MSD´ê Îlham Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev rûniştin şanseke bingehîn e û tiştekî li ser civata navneteweyî û raya giştî ya Sûriyê ferz dike û bi yekdengî em dibêjin êdî bes ji şer û parçebûnê re. Krîz krîzeke navneteweyî ye û divê em hişmend bifikirin û têkiliyên xwe xurt bikin."

Komxebat bi axaftinên beşdaran didome.

(fr)

ANHA