Rûspiyên eşîrên Reqa û Dêrazorê piştgirî da Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û Dêrazorê piştrast kir ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê qonaxeke din e ji bo jinavbirina DAIŞ'ê û îdeolojiya wê ya tundraw e û bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên li kampê wergirin.

Rûspiyên eşîrên Reqa û Dêrazorê piştgirî da Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
2 îlon, 2022   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo şopandina sîxur û ajanên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê, dest bi Operasyona Sondê kir. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî di 25’ê Tebaxê de, li kampa Holê bi piştgiriya QSD’ê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ji bo şopandina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin.

Der barê mijarê de şêxê eşîra El Elî, Remedan El Rehal ji ajansa me re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em eşîrên Reqayê, QSD’ê silav dikin û rehma xwe li şehîdan dikin. Heta vê kêliyê em ji DAIŞ xilas nebûne, tiştên ku îro li Kampa Holê diqewimin rêxistineke veşartî ya wê ye ku bi kolandina tunel û xendekan, hilgirtina çekan û tevlêbûnan tê temsîlkirin."

Remedan El Rehal axaftina xwe wiha domand: "Bi navê hemû eşîr û şêxa em piştgiriyê didin Pêngava Mirovî û Ewlehiyê û em li ser navê hemû eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz ji hêzên xwe dikin ku tiştên biçûk û mezin bişopînin û ji bo ku em ji îdeolojiya DAIŞ'ê xilas bibin, operasyonan zêde bikin.

El Rehal di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em şêxên eşîrên herêma Firatê û şêx û rûspiyên Bakurê Sûriyê bi xwîna şehîdan em bang li we dikin, ku hûn rehmê li ti kesî nekin û bi destê hesinî li her kesê ku hewl dide aramî û ewlehiya herêmên me têk bibe, bixînin."

Ji aliyê xwe ve şêxê eşîra El Mûsa El Zahir li Reqayê, Îbrahîm El Hadî got ku "Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna DAIŞ'ê dilê me hênik kir. Em îro di qonaxeke pir dijwar de ne."

'HEMÛ ALÎ DIJBERIYA PROJEYA ME DIKIN'

Îbrahîm El Hadî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû alî dijatiya projeya me dikin, ji bo wê em bang li hêzên leşkerî, Hêzên Sûriya Demokratîk dikin ku operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî li kampa Holê û kampên   zêde bikin, ji ber ku DAIŞ li van kampan e."

El Hadî tekezî li ser van xalan jî kir: "Xelkê herêmê û eşîrên Ereb piştgirîya vê pêngavê dikin û amade ne ku hemû agahiyan bidin ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna vê rêxistinê û bi îzna Xwedê wê rewş aramtir bibe. Me dît ku çawa endamên ewlehiyê yên jin rastî lêdana jinên çeteyên DAIŞ’ê hatin, ji ber vê yekê em bang dikin ku bi destê hesinî li wan bê xistin, her kesê ku hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe."

El Hadî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hemû eşîrên Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirîya pêngava hêzên ewlekariyê li kampa Holê dikin. Em di şerê li dijî terorê û îdyolojiya DAIŞ'ê de ya ku herêmên me tevlîhev dike, li kêleka hêzên xwe yên leşkerî, QSD’ê ne."

‘DIVÊ DEWLET WELATIYÊN XWE JI KAMPA HOLÊ WERGIRIN’

Ji aliyê xwe ve rûspî û nûnerê bajarokê Baxozê û sekreterê koma eşîrên El Bûkemal, Kesar Dêr Ebû El Casim got: "Em bi navê şêx û rûsipiyên herêmê û hemû pêkhate û saziyên xwecihî yên xeta rojhilat, hêzên xwe, Hêzên Sûriya Demokratîk û hemû beşdarên pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" silav dikin."

Ebû El Casim tekez kir: "Em her dem li kêleka hêzên xwe ne û piştgiriya wan dikin ji bo parastina ewlehî û aramiya li herêmên me, li giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Ebû El Casim got: "Pêngava Mirovî û Ewlehiyê pêngaveke bi kalîte ye, encamên erênî bi girtina endamên DAIŞ'ê li kampê û xirabkirina xendekên wan ku ji bo veşartina sûcên xwe bi kar dianîn, derxist holê. Kampa Holê di van demên dawî de rastî zextên ewlehiyê, binpêkirin û kiryarên sabotajê ji aliyê şaneyên terorîst ve hatiye ku bûne sedema kuştina gelek kesên bêguneh ên di hundirê kampê de, di nav de jin, zarok û mêr."

Ebû El Casim wiha dewam kir: "Me rûspiyên eşîran, bi berpirsyarên Rêveberiya Xweser û rêveberiya kampa Holê re li ser mijara koçberên li kampê û çawaniya derxistina wan û vegerandina wan ji bo malên wan, nîqaş kiriye. Ji ber ku di van demên dawî de ji şaneyên hundirê kampê rastî tengavkirina ewlehiyê tên."

Ebû El Casim di nava axaftina xwe de ev jî anî ziman: "Me beriya du hefteyan komek ji 77 malbatan ji kampê derxist û gihand Dêrazorê, bi silametî gihiştin malên xwe. Em bi hevahengiya ligel rêveberiya kampê û berpirsên Rêveberiya Xweser, li gorî rêgez, belge û daneyên hatine pêşkêşkirin û kaxez û belgeyên fermî, ji bo derxistina hejmarek zêdetir a koçberan kar dikin. Baweriya me bi hêzên me heye ku ew ê ewlehî û aramiyê vegerînin kampa Holê ji bo misogerkirina vegera koçberên li kampê ya ji bo malên wan ên li herêmê bi giştî."

Ebû El Casim bang li welatên cîhanê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), welatên cîran û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo sivikkirina barê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di zûtirîn dem de welatiyên xwe wergirin."

(hs)

ANHA