Şêniyên Hesekê: Avê wek çekekî li dijî me bi kar tînin

Di encama qutkirina ava stasyona Elok de ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, ji şêniyên kantona Hesekê re kirîzek derket. Şêniyan bang li NY kir ku li dewleta Tirk a dagirker zextê bikin û sûcên wê rawestînin.

Şêniyên Hesekê: Avê wek çekekî li dijî me bi kar tînin
2 îlon, 2022   09:07
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Meclisa kantona Hesekê da zanîn ku ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê ve di 2019’an de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ava vexwarinê ya stasyona Elok 28 caran qut kiriye.

Ji ber wê şênî neçar dibin ku ava vexwarinê ji sahrîcan bi 7 heta 8 hezar lîreyên Sûriyê bikirin, ku ev yek jî li ser wan dibe barek giran tevî barên lêçûnên jiyanê.

Şêniyên Hesekê zehmetiyên xwe yên ji ber qutkirina ava stasyona Elok ji ajansa me re anîn ziman.

Mihemed Hisên, ku ji şêniyên Hesekê ye wiha axivî: “Ji ber qutkirina ava Elok ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, em neçar dibin ku ava vexwarinê bi pereyan bikirin.”

Hisên destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi gelek rêbazan şerê gelên herêmê dikin û got: “Ne bes e ku bi balafir û êrişan şerê me dikin, hê jî avê wek çekekî li dijî me bi kar tînin.”

Ava stasyona Elok bi rêjeya 2 hezar metrekab di saetekê de, avê dide bêhtirî mîlyon û nîv mîlyon şênî li katona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û niştecihên kampan û koçberên Sûriyê yên ji deverên cuda yên Sûriyê revîne û li herêmê bi cih bûne.

Welatiyê bi navê Beşar El Elî destnîşan kir ku zehmetiyên wan roj bi roj, ji ber qutkirina ava Elok zêdetir dibin û diyar kir ku rewşa avê her ku diçe xirabtir dibe.

Hevserokê Meclisa kantona Hesekê, Xebat Silêman ji ajansa me re diyar kiribû ku ava stasyona Elok ji destpêka meha Tebaxê ve ji ber tecawizên li xetên kehrebe û avê ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve û bêdengiya Rûsya, negihiştiye bajarê Hesekê û gundewarê wê.

Şaredarî jî li gor derfetên heyî ji bo peydakirina ava vexwarinê ji şêniyên Hesekê re ketiye hewldanan, lê belê ev yek ji bo çaresarkirina pirsgirêkê ne bes e.

Li gor lihevkirinên Rûsya-Tirkyê yên li ser avê, stasyona kehrebeyê ya navçeya Dirbêsiyê ya di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, bi nêzî 8 mêgawat kehrebe dide stasyona Elok ku pêwîstiya stasyonê tenê bi 2.5 mêgawat heye.

Tecawizên zêde yên ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve li ser xetên kehrebeyê dibin sedema şewata veguhêzên sereke yên kehrebeyê di hundirê stasyonê de, her wiha ji ber bikaranîna para şêniyên Hesekê ji ava vexwarinê di avdana zeviyan de ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve, rêjeya avê kêm dibe.

Li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, qutkirina avê sûcekî dermirovî ye û bikaranîna wê wek çekekî di şer de hatiye qedexekirin. NY di 10’ê Tîrmeha 2010’an de di civîneke xwe de biryarek erê kir ku mafê her ferdekî heye ku avê bidest bixe ji ber yek ji mafên mirovan ye.

Welatiyê bi navê Elî Hemdîş ê ji şêniyên Hesekê ji rêbazên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazî ye û got: “Av ji bingehên jiyanê ye û nabe were qutkirin.”

El Hemdîş bêdengiya NY ya li hember sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyan şermezar kir û banga cezakirina Tirkiyê û ji nû ve xebitandina stasyona Elok kir.

(mh)

ANHA