​​​​​​​Nûnerê êla Şerabîn: Lihevhatina Şam û Enqereyê dê aloziya Sûriyê kûrtir bike

Nûnerê êla Şerabîn li Sûriyê got lihevhatina Enqere û Şamê dê aloziya Sûriyê kûrtir bike û ji bo mayîndekirina hikumeta Şamê çareseriya siyasî rawestîne. Her wiha bang li hemû sûriyan kir ku li dijî vê lihevhatinê bisekinin, ji ber ku ew ê bandoreke neyînî li gelê Sûriyê bike.

​​​​​​​Nûnerê êla Şerabîn: Lihevhatina Şam û Enqereyê dê aloziya Sûriyê kûrtir bike
2 îlon, 2022   07:03
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Di demên dawîn de rayedarên dewleta Tirk behsa lihevhatina dewleta Tirk û hikumeta Şamê kirin. Li hemberî van daxuyaniyan bertek hatin nîşandan.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêkhate, aliyên siyasî û eşîran ev lihevhatin red kir û anî ziman ku aloziya Sûriyê kûrtir dike. Her wiha gotin her du alî li ser hesabê gelê Sûriyê peyman û lihevkirinan pêk tînin.

22`yê Tebaxa borî 33 partî û hêzên siyasî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta Şamê kir ku daxwazên gelê Sûriyê di ber çavan re derbas bike. Her wiha piştgiriya xwe bi QSD'ê re diyar kirin.

Nûnerê êla Şerabîn a Sûriyê Sabit Cewher diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi rêya çeteyên Artêşa Azad, Cebhet El Nusra û DAIŞ’ê hewl dide bi siyasetên sîstematîk û bi hevkariya hin aliyên navneteweyî aloziya Sûriyê kûrtir bike.

Cewher îşaret bi lihevkirinên di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsyayê de kir û got: "Lihevkirinên di navbera serokên Tirkiyê, Rûsya û Îranê de ji rawestandina operasyona leşkerî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xerabtir e."

Cewher destnîşan kir ku daxuyaniyên wezîran û serokkomarê Tirk ên der barê lihevhatinê de ku hikumeta Şamê ya rejîma Esed nûnertiya wê dike, dê di hemû waran de aloziya Sûriyê kûrtir bike.

Cewher bi domdarî got: "Dagirkeriya Tirk xaka Sûriyê dagir kir û gelek çete ji Xuta ya Sûriyê li herêmên wekî Efrîn û Serêkaniyê bi cih kirin. Hewl dide demografiyê biguherîne."

'DI NAVBERA PARTÎ Û EŞÎRAN DE HEVGIRTIN HEYE'

Nûnerê êla Şerabîn a Sûriyê Sabit Cewher helwesta partiyên siyasî ya li hember lihevkirina Enqere û Şamê wiha nirxand: "Der barê lihevhatina dewleta Tirk û hikumeta Şamê de, helwesta eşîrên Ereb, Kurd û pêkhateyên din ên li herêmê yek e."

Cewher anî ziman ku armanc ji vê lihevkirinê ew e ku projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hemû sîstemên desthilatdar ên li vê herêmê jê ditirsin, têk bibe û wiha domand: “Ji ber ku ev proje nûnertiya hemû pêkhateyên civaka Sûriyê dike, çi li ser asta leşkerî be ku QSD nûnertiya wan dike yan jî di asta rêveberiyê de be ku Rêveberiya Xweser sîwana wan an jî di qada siyasî de be ku Meclisa Sûriya Demokratîk li hundir û derve proseya siyasî bi rê ve dibe da ku li gorî hemû herêmê guhartineke siyasî di sîstema siyasî ya Sûriyê de çêke.”

Cewher diyar kir ku lihevhatina Tirkiyê û hikumeta Şamê ne li gorî daxwaz û bangên gelê Sûriyê ye, ji ber armanc dike sazûmaniya hikumeta Şamê vegerîne û rewş vegere wek beriya 2011`an. Sabit Cewher got ne mimkun e ev hewldan pêk were.

Cewher anî ziman ku ev lihevhatin wê aloziya Sûriyê kûrtir bike, çareseriya siyasî rawestîne û wiha dewam kir: "Di heman demê de daxwazên sîstemên desthilatdar ên ku hewl didin krîzên xwe yên hundirîn derxin derve nîşan didin. Her wiha da ku opozîsyon şoreşa Sûriyê bi wateya wê ya rastîn û nîştimanî derbe bike. Xwepêşandanên ku li herêmên dagirkirî rabûne, îsbata redkirina vê lihevkirinê ye."

Sabit Cewher îşaret bi bandora vê lihevkirinê li ser pêşerojê Sûriyê kir û got: "Bandorên vê lihevkirina di navbera her du rejîman de dê li ser gelê Sûriyê neyînî be, ji ber ku gelê Sûriyê ji ber her du rejîman dagirker û desthilat azarên şer kişandin."

Nûnera êla Şerabîn a Sûriyê Cabit Cewher bang li pêkhateyên Sûriyê kir ku yekitiya xwe ava bikin û peywendiyan bi opozîsyona nîştimanî ya Sûriyê re çêkin, rê li pêşiya opozîsyonê û kesayetên nîştimanî yên li hundir û derve vekin. Di heman demê de yekitiya hemû sûriyên welatparêz ên dijbertiya vê sîstema desthilat dikin, ava bikin.

(eh)

ANHA