Bîlançoya roja 8´an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja 8´an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de 14 çeteyên ji şaneyên DAIŞ´ê girtin, bombe û cebilxane û madeyên teqemeniyê dîtin.

Bîlançoya roja 8´an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
2 îlon, 2022   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya roja 8´an eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Hêzên me di dema operasyonên lêgerîn û paqijkirinê ya roja 8´an de 14 çeteyên ji şaneyên DAIŞ´ê girtin, 14 konên çeteyan ji bo cihên perwerdê bi kar dianîn rakirin, 7 rextên leşkerî û 7 telefonên destan ku ji bo têkiliyê bi çeteyên din re girtin.

Di lêpirsînên bi çeteyên hatine girtin de, çeteyan li xwe mikur hatin ku bombe û madeyên teqemeniyê veşartine. Hêzên me bi operasyoneke taybet xwe gihand cihên ku ew tişt lê veşartin û dûrî kampê bi 100 metreyî ye. Bi wê re hêzên me 13 bome, gelek cebilxaneyên qilêşê, 15 kîlo TNT û pêdiviyên çêkirina teqemeniyan dîtin û girtin."

(fr)