Rojnameyên erebî: Rûsya ji Îranê xwest hin navendên xwe yên li Sûriyê vala bike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketina behsa xwestekên Rûsya ji komên Îranê ku ji navendên xwe yên li naverast û rojavayê Sûriyê derkevin, destpêkirina dema destûrê ya hilbijartina serokê nû ji Lubnanê re û lehiyên li Pakistanê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya ji Îranê xwest hin navendên xwe yên li Sûriyê vala bike
2 îlon, 2022   07:56
NAVENA NÛÇEYAN

RÛSYA JI ÎRANÊ DIXWAZE KU NAVENDÊN XWE YÊN LEŞKERÎ YÊN LI NAVERAST Û ROJAVAYÊ SÛRIYÊ VALA BIKE

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Çavkaniyekê nêzî rejîma Sûriyê da zanîn ku Rûsya ji milîsên Îranê xwest ku ji nuqteyên xwe yên leşkerî yên girîng ên li rojavayê Hemayê û nuqteya nêzî bajarê Tertûsê yê li naverast û rojavayê Sûriyê derkevin, da ku tu zirar ji ber êrişên asîmanî yên Îsraîlê çênebin. Alîgirên rejîma Sûriyê, diyar kir ku Rûsya der barê bêdengiya xwe li ser êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyê de hevalbendekî lawaz e.

Çavkaniyekî ji rojnameya Şerq El Ewest re got di civînekê de li balafirgeha Hemayê ya leşkerî ya li naverasta Sûriyê ku 3 efserên Rûsya û efserên Îranê hebûn, efserên Rûsya aliyê Îranê agahdar kir ku navendên xwe yên leşkerî yên li nêzî Foca 49´an a girêdayî hêzên rejîma Sûriyê, nuqteya leşkerî ya li herêma Hemîdiyê ya li başûrê Tertûsê vala bikin da ku xwe ji êrişên asîmanî yên Îsraîlê biparêzin û îstîqrara li parçeyê rojavayê Sûriyê were parastin û tu hincet ji Îsraîlê re çênebe ku êriş bike."

DEST BI DEMA DESTÛRÊ YA HILBIJARTINA SEROKÊ NÛ JI LUBNANÊ RE BÊYÎ NAMZETAN BÛ

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Roja pêncşemê Lubnan derbasî dema destûrê ya hilbijartina serokekî nû ji welat re bû. Lê hîna dûman li ser dîmena li welat serwer e, li gel wê metirsî li ser çêbna valahiyeke serokatiya muhtemel ku krîzên siyasî û aborî xurttir bikin heye.

Parlamenter Qasim Haşim ku endamê bloka "Geşkirin û Tehrîrê" ya bi serkêşiya serokê parlamentoyê Nebîh Birî ku hevalbendê Hizbullah e, diyar kir ku blokê bi hîna bi hevalbendên xwe re nîqaş nekiriye ku dê dengê xwe bide kêe, lê dê li gorî taybetmendiyên diyar dengê xwe bide.

Haşim destnîşan kir ku ji girîngtirîn taybetmendiyên ji bo hilbijartina serokekî nû hatine danîn, ew e ku bikaribe lubnaniyan kom bike û diyalogeke di navbera wan de li dar bixe û xwedî têkiliyên herêmî û navneteweyî be."

JI BO LEHIYÊN LI PAKISTANÊ HEWLÊN RIZGARKIRINA MILYONAN WELATÎ HENE

Li ser lehiyên li Pakistanê rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsî: "Berpirsên Pakistanê da zanîn ku ferdên komên rizgarkirinê li başûrê Pakistanê hewl dide îro bi milyonan welatiyên li gundan rizgar bikin.

Berdevkê hikumeta herêmî Murteqa Wehab got kedên rizgarkirinê li herêma Sened ku herêma herî zirar ji lehiyan dîtiye, bi desteka helîkopter û keştiyên leşkerî pêk hatin.

Piştî baranên gur ên hefteya borî li ser çiyayên Himalaya careke din çemê Sened ku ji çiyayên Himalaya tê û dikeve deryaya Ereb a li başûrê di ser re çû.

Ajansa Rêveberiya Karesatan duh da zanîn ku hejmara qurbaniyên lehiyan bû hezar û 208 kes, tê payîn hejmara zêde bibe."

(fr)