Malbatên şehîdan: Heta cinawir jî mîna dewleta Tirk nakin

Malbatên şehîdan ên kantona Hesekê awaya ku dewleta Tirk a dagirker cenazeyê şehîd Hakan Arslan radestî bavê wî kiriye şermezar kir ku piştî 7 salan ji şehîdxistina wî hestiyên wî di tûrekekê de radestî bavê wî kirin. Malbatên şehîdan daxwaza cezakirina dagirkeriya Tirk kir.

Malbatên şehîdan: Heta cinawir jî mîna dewleta Tirk nakin
2 îlon, 2022   05:38
HESEKÊ

Desthilata Tirk di 29’ê Tebaxê de cenazeyê şehîd Hakan Arslan di tûrekekê de ku hestiyên şehîd tê de bûn, radestî bavê wî kirin. Hêzên dagirkeriya Tirk di 2015’an de Hakan Arslan bi bihaneya binpêkirina qedexeya derketina derve li bajarê Amedê şehîd xistibû.

Berî salekê dema ku karmendên avahiyan di dêrekê de kar dikirin, cenazeyê şehîd Hakan Arslan dît û piştre hat zanîn ku ew bi destê dagirkeriya Tirk şehîd bûye.

Bavê şehîd Hakan Arslan Elî Riza piştî ku cenazeyê kurê xwe girt, wiha axivî: “Min texmîn dikir ku em ê belgeyekê bi dest bixin û biçin tiba edlî ji bo cenazeyê wergirin. Lê gava ez çûm dadgehê, zabitek tenê hebû, tûrekek da min û piştre min zanî ku hestiyên kurê min tê de ne. Min nekarî tiştek ji karmendan re bêjim, tûrikê kurê min ê 28 salî dan min. Min qet ev tişt texmîn nedikir. Dinya li ber çavê min reş bû, wekî çawa Amed tev de bi ser serê min de ket, ez nizanim min çawa ew tûrik girt.”

Dîmenên bavê şehîd bi tûrikê re bertekên zêde li ba gelê Kurd li ser medyaya civakî çêkirin.

Malbatên şehîdan ên kantona Hesekê jî sûcên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelan şermezar kirin.

‘SÛCEKÎ HERÎ MEZIN’

Bavê şehîd Agirî Kurdistan ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de di 2018’an de şehîd bûye, Ehmed El Ferec ê ji pêkhateya Ereb, awaya radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan û rêbazên şehîdxistina wî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, şermezar kir.

El Ferec ew kiryar wek “mezintirîn sûc” bi nav kir û got: “Ev sûcê ku dagirkeriya Tirk li dijî şehîd Hakan Arslan û malbata wî pêk aniye, yek ji sûcên li dijî gelê Kurd e, ew sûcekî dermirovî ye û ne li gorî tu olan e.”

El Ferec wiha domand: “Radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan bi vî awayî hovîtiya Tirkiyê li dijî şehîdan û mirovahiyê dide nîşan.”

Dayika şehîd Alan Hec Mihemed ku di pêngava rizgarkirina çiyayê Kizwan a Hesekê ji çeteyên DAIŞ`ê sala 2015`an de şehîd bûye, Sebah Mûsa sûcê dewleta Tirk a dagirker a li dijî şehîd Hakan û malbata wî bi “derexlaqî” wesifand û got: “Dewleta Tirk bi vê yekê îhanet li pîroziyên Kurdan dike.”

Sebah Musa wiha dom.and: “Dema dewleta Tirk hestiyên şehîd Hakan Arslan radsetî malbata wî kir, ji cîhanê re diyar bû ku dewleta Tirk a dagirker sûcan li dijî mirovahiyê pêk tîne.”

Sebah Musa ev li gotinên xwe zêde kir: “Em piştgiriya malbata şehîd Hakan Arslan dikin û sersaxiyê ji wan re dixwazin.”

Bavê şehîd rojnamevan Seed Seîd ê ku di şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Serêkaniyê de sala 2019`an şehîd bûye, Mihemed Seîd got: “Ev rêbaz, tu caran di dîrokê de pêk nehatiye. Îsbat dike ku dewleta Tirk bê exlaq û dermirovî ye. Heta cinawir vê yekê nakin.”

Seîd sûca dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî kir ku lêpirsînekê der barê vê sûcê de veke ji ber sûcek li dijî mirovahiyê ye.

‘SÛCEKÎ KU NAYÊ EFÛKIRIN’

Mihemed Tahir bavê şehîd Demhat ê ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Serêkaniyê de sala 2019`an şehîd bûye û ji bajarê Til Temirê ye, destnîşan kir ku dewleta Tirk pîroziyan bi awayekî hovane binpê dike û got: “Ev sûcek e ku nayê efûkirin.”

(mh-dm)

ANHA