Di çalakiya tolhildanê ya YPJ’ê de; 5 çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn

YPJ’ê duh li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li gundê Kefîfa yê Eyn Îsayê bi fuzeyan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Ew çalakî ji bo tohildana zarokên li gundê Şemoka hatin hedefgirtin, pêk hat.

Di çalakiya tolhildanê ya YPJ’ê de; 5 çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn
2 îlon, 2022   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hêzên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) 1’ê Îlonê (duh) saet di 06:20’an de bi fuzeyan baregeheke artêşa Tirk a dagiker a li gundê Kefîfa yê Eyn Îsayê kir hedef.

YPJ’ê da zanîn ku di çalakiyê de 5 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin û hin jî birîndar bûn.

Fermandariya YPJ’ê da zanîn ku ev çalakî ji bo tolhildana zarokên li Hesekê bi balafirên bêmirov hatibû qetilkirin, hatiye lidarxistin.