Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 9`an de didome

Qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî di roja xwe ya 9`an de bi xebata lêgerîna beşa 4`an a penaberên sûrî didome. Di encama pêngavê de heya niha gelek motorsîklet û zeyta çekan hatiye dîtin.

2 îlon, 2022   05:30
HESEKÊ

Pêngava ku 25´ê Tebaxê hate ragihandin bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD, YPJ`ê di roja xwe ya 9`an de berdewam dike.

Di saetên berbanga sibehê 05.00`an de pêngav bi tevlêbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ, QSD`ê dest pê kir. Pêngav heya niha di beşa 4`an a penaberên sûrî de didome.

Di encama pêngavê de gelek motorsîklet ku qedexe ne hatine dîtin. Hêjayî bibîrxisitinê ye ku şaneyên veşartî van motorsîkletan bi teqemenî dike û dişîne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha zeyta çekan jî di saetên pêngavê de di encama baldariyê de hate dîtin. Xwediyên motorsîkletan û konê ku zeyta çekan tê de derketiye hatin binçavkirin, her wiha hin wêneyên çeteyên DAIŞ´ê hatin girtin.

Destpêka ketina beşa 4`an de penaber bi anonsê hatin hişyarkirin ku ji konên xwe dernekevin, paşê jî xebatên lêgerînê hatin kirin. Ji bo wergirtina sicîlan penaber bi awayekî ewle hatin komkirin.

Cihên ku lêgerîn lê hatiye kirin ji penaberan re av û lojîstîk ji aliyê rêveberiya kampê ve hate belavkirin. Heya niha pêngav didome.

ANHA