​​​​​​​Letîf Fatih Ferec: Hikumeta Başûrê Kurdistanê şirîkê suîqestan e

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Letîf Fatih Ferec diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ku PDK bi rê ve dibe, şirîkê sûcên suîqastê yên li herêmê ye û got "Herêmên Başûr êdî bûne qada hemû îstîxbaratên cîhanê û bi kêfa xwe lê digerin."

​​​​​​​Letîf Fatih Ferec: Hikumeta Başûrê Kurdistanê şirîkê suîqestan e
2 îlon, 2022   04:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Suîqastên li dijî kesayetên welatparêz û têkoşerên Kurd ji hêla MÎT´a Tirk ve li Başûrê Kurdistanê bi tevkariya PDK´ê berdewam dikin.

Li herêmên Başûrê Kurdistanê dem bi dem êrişên çekdarî yên bejahî û asîmanî û sûcên suîqastê li dijî gelek têkoşer û welatparên Kurd pêk tên.

* Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Şukrî Serhed ku di êrişa çekdarî ya 17´ê Îlona 2021´ê de li taxa Çarçira ya Silêmaniyê şehîd bû.

* Welatiyê bi navê Mehmed Zekî Çelebî yê ji Bakurê Kurdistanê ku xwediyê Xwaringeha Denîz bû, derengiya şeva 17´ê Gulana 2022´yan rastî êrişeke çekdarî ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hat û di 18´ê Gulanê de li Nexweşxaneya Şar a li Silêmaniyê şehîd bû.

* Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî di 17´ê Hezîrana 2022´yan de bi êrişeke asîmanî li herêma Kelar a parêzgeha Silêmaniyê şehîd bû.

* Herî dawî jî, nivîskar û dîroknasê Kurd û endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Azadiyê Suheyl Xorşîd (mamoste Şemal) di 28´ê Tebaxa 2022´yan de bi destê ajan û sîxurên dewleta Tirk li Kifrî ya Silêmaniyê şehîd bû.

Têkildarî siyasetên li Başûrê Kurdistanê pêk tên û zêdebûna suîqastên li herêmê û bêdengiya hikumetê li ser van sûcan û nedarizandina kujeran, ajansa me bi nivîskar û lêkolînerê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Letîf Fatih Ferec re hepeyvînek çêkir.

Ferec da zanîn ku sedema van suîqastan destwerdana dewletên cîran û xemsariya desthilatdaran e û wiha got: "Sedema sereke ya van suîqastan, lawazbûn û xemsariya desthilata herêmê ye, bi wê re derfetê dide dewletên cîran mîna dewleta Tirk da ku destwerdanê di kar û barên hundirîn ên herêmê de bikin."

Ferec wiha domand: "Têkildarî hemû suîqastên di vê dema dawî de çêbûne û di encamê de gelek çalakgerên Kurd mîna şehîd Şemal, Ferhad Şiblî, Zekî Şengalî û gelek şehîdên din, diyar dibe ku dewleta Tirk ajanên xwe yên Tirk û Tirkmen bi kar tîne û dibe ku ji Kurdan jî hebin. Yê ku şehîd Şemal suîqast kir, berê xwe da balafirgeha Kerkûkê û çû Tirkiyê. Ez nizanim ev agahî çi qas rast in, lê ev ji çavkaniyan gihaşt min. Mixabin herêma Başûrê Kurdistanê bûye qada hemû îstîxbaratên cîhanê û bi kêfa xwe lê digerin û çi dikin jî bi kêfa xwe ne. Ji ber şehîd Şemal ji hêla MÎT´a Tirk ve li herêma Kurdistanê hate suîqastkirin."

‘JI SALÊN 1990’Î VE SUÎQASTÊN LI HERÊMÊ BERDEWAM IN’

Ferec bal kişand ser rêzesuîqastên dewleta Tirk û Îranê ku ji salên 1990’î ve li Başûrê Kurdistanê berdewam in û wiha pê de çû: “Ji salên 1990’î ve dewleta Tirk û Îran li herêmê suîqastan didomînin. Kesên helwesta xwe li hember zilm û destpotiya van hikumetan nîşan didin, tên suîqastkirin û hemû jî bi erêkirin û alîkariya hikumeta herêmê pêk tên."

‘BÊDENGIYA HIKUMETA HERÊMÊ NÎŞANEYA ŞIRÎKATIYÊ YE’

Ferec bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistana ya li ser van suîqastan şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Bêdengiya hikumeta herêmê piştî suîqastên çêdibin, tê wateya şirîk e. Hikumeta herêmê û cîgirê serokê hikumetê li ser suîqastkirina mamoste Şemal bê deng bûn. Ji ber ên têkildarî vê yekê tu helwest nîşan nedan. Ji ber wê ev bêdengî tê wateya hemû alî di suîqastkirina şehîd Şemal de şirîk in. Ger li hember dewleta Tirk sekinîbana û serî jê re netewanda, dewleta Tirk nedikarî tiştekî li ser xaka wê bikira. Her wiha parlamentoyê jî tu helwest li ser vê yekê nîşan neda."

Ferec got suîqastkirina şehîd Şemal berpirsyariya hikumeta Başûrê Kurdistanê û parlamentoya Iraqê ye û wiha dewam kir: "Berpirsyariya mezin dikeve ser hikumeta herêma Kurdistanê û parlamentoyê."

Ferec bang li gelê Başûrê Kurdistanê û siyasetmedarên Kurd kir ku bi yekitî li hember van siyasetan bisekinin û wiha anî ziman: "Divê hemû gelên li herêma Kurdistanê û çalakgerên siyasî bi yekrefî van sûcan şermezar bikin."

Letîf Fatih Ferec wiha bi dawî kir: "Hemû suîqastên li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tên, bi destê dewleta Tirk û DAIŞ´ê ne û ew sûdewar in. Hemwextî topbaranên dewleta Tirk li ser Mexmûrê terorîstên rêxistina DAIŞ´ê li Germiyane çalak bûn û welatiyên li wir qetil kirin. Lê mixabin hikumet li hember van sûcan bê deng e. Ew yek jî derfetê li pêş terorê û tundiyê vedike û her wiha derfetê li pêş suîqastkirina welatiyên Başûr vedike."

(fr)

ANHA