Şêniyên Qamişlo li dijî ambargoyê hevgirtina xwe bi koçberên Efrînê re nîşan da

Şêniyên kantona Qamişlo ambargoya hikumeta Şamê li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê ferz dike û planên hevpar ên ji bo fetisandina şêniyên herêmê û têkbirina destkeftiyên wan şermezar kirin. Şêniyan hevgirtina xwe bi gelê koçberên Efrînê re nîşan da û bang li hikumeta Şamê kir ku li xwe vegere û ambargoyê bi dawî bike.

Şêniyên Qamişlo li dijî ambargoyê hevgirtina xwe bi koçberên Efrînê re nîşan da
1 îlon, 2022   23:41
QAMIŞLO- DELÎLA GABAR

Hikumeta Şamê ambargoya ku li ser kantona Şehbayê ji beriya 5 salan ve ferz dike, carek din şidand. Hikumeta Şamê bi rêya bendên xwe yên ewlehiyê yên li ser rêya Heleb-Şehba û rêya Minbic-Şehbayê ambargoyê li ser şêniyên Şehbayê ferz dike û ji destpêka meha Tebaxê ve nahêle madeyên mazot, derman û pêdiviyên tenduristî bikevin herêmê.

Her wiha saziya avê ya hikumeta Şamê miqdara ava vexwarinê ji ser şêniyên navçeya Til Rifet kêm kiriye. Bi vê yekê dixwazin koçberên Efrînê carek din ji kantona Şehbayê bidin koçberkirin.

Şidandina ambargoya li ser herêmê di demekê de pêk tê ku behsa nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de tê kirin. Têkildarî mijarê welatiyên bajarê Qamişlo ji ajansa me re axivîn û bal kişand ser planên qirêj ên li dijî gelê Efrînê yê li Şehbayê tên meşandin.

DORPÊÇA HIKUMETA ŞAMÊ JI DEWLETA TIRK A DAGIRKER RE ALÎKARÎ YE

Şêro Mihemed, ambargoya ku hikumeta Şamê li ser gelê Efrînê yê koçber ê li herêma Şehbayê ferz kiriye, şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker, komên çete yên girêdayî wê û hikumeta Şamê dixwazin ku gelê li Şehbayê kom bûye, bixeniqînin û wan teslîm bigrin.

Şêro Mihemed wiha got: "Rejîma Sûriyê bi vê dorpêçê ji dewleta Tirk a dagirker re alîkariya herî mezin dide. Tê fêmkirin ku hevkariyek di navbera her du aliyan de heye. Gelê me gelekî berxwedêr e, gelê me ji bo tevahî xaka Sûriyê şer kir. Divê hikumeta Şamê bi vî çavî li gelê me nenihêre. Hikumeta Şamê û dewleta Tirk dixwazin di vê demê de bi van şêwazên qirêj gelê me teslîm bigrin û berxwedana wan têk bikin. Lê belê gelê me teslîm nabe û wê heta dawiyê li ber xwe bide.”

DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ LI XWE VEGERE

Mizgîn Mehmûd jî berxwedana gelê Şehbayê silav kir û got: “Îro bi hezaran gelê me koçberî kontona Şehbayê bûne û li hember hemû zor û zehmetiyên jiyanê di bin wan çadiran de tevî bêderfetiyên jiyanê, li ber xwe didin."

Mizgîn bal kişand ser vî tiştî ku armanca hikumeta Şamê ji vê dorpêçê ew e ku destkeftiyên Şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji destê rêveberiyê û gelê herêmê derxîne û wiha domand: "Ji bo wê jî planên pir qirêj amade dikin. Divê hikumeta Şamê li xwe vegere. Em parçebûnê naxwazin, em Sûriyeke demokratîk dixwazin. Em di bin sîwana rêveberiya Xweser de kar û xebatên xwe didin meşandin. Bila êdî dest ji van planên xwe yên qirêj berdin.”

DIXWAZIN DESTKEFTIYÊN GEL TÊK BIBIN

Ebdulkerîm Ebdilwehab jî têkildarî mijarê wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Piştî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe da û gelek destkeftî bi dest xistin, hem bi destê dewleta Tirk hem jî bi destê hevalbendên wê plan li dijî wî hatin çêkirin. Di heman demê de me bi xwe sîstema xwe ya Reveberiya Xweser saz kir û em bi vîna xwe xwe bi rêve dibin, ev rewş li xweşiya dewleta Tirk û hevkarên wê nayê. Ji bo wê jî her ku çû êrîşên xwe li ser xaka welatê me dijwartir kirin.”

Ebdilwehab di dewama axaftina xwe de daxuyand ku bi dagirkirina bajarê Efrînê û koçberkirina gelê Efrînê têr nebûn, niha jî bi dorpêçkirina gelê Efrînê yê li herêma Şehbayê dixwazin gelê me ji jiyana li Şehbayê mehrûm bikin û wiha pê de çû: "Armanc ew e ku gelê me dest ji xaka xwe berde û di heman demê de desthilatdariya xwe li ser gelê herêm bidin çêkirin. Hikumeta Şamê hîna jî dev ji fikrê xwe yê nîjadperest bernedaye."

 Ebdulkerîm Ebdilwehab wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi rihê gelê yê şoreşger û fedayî heta dawiyê li ber xwe bidin. Me bi hezaran şehîd dane, wekî malbatên şehîdan em xaka xwe ya ku bi xwîna zarokê me hatiye avdan tu caran bernadin û em serî li hember tu kesî natewînin. Ev peyama me ji bo tevahî hêzên dagirker û desthilatdar re ye. Em gelekî xwedî dîrok, çandeke kevnare û xwedî rihê berxwedaniyê ne. Ev xaka me ye û em ê li ser axa xwe jiyan bikin, ji derveyî wê em tu riyan qebûl nakin.”

ANHA