Iraq ber bi ku ve diçe? - Rauf KARAKOÇAN

Iraq ber bi ku ve diçe? - Rauf KARAKOÇAN
2 îlon, 2022   00:50

Piştî Sedam li Iraqê şer û pevçûn nesekinîn û niha jî bi lez û bez ber bi rewşeke xirabtir ve diçe. Ev tevlihevî vê carê wek şerê desthilatê yê di navbera şîeyan de xwe nîşand dide û di nava tundiyeke bikontrol de gihaşt qonaxeke nû. Nebûna çareseriyekê ji bo pirsgirêkên heyî û rastiya ku di vê astê de êdî nikare were kontrolkirin, bê guman tundiyê jî bi xwe tîne.

Li Iraqê gelek dewlet bûne lîstikvan. Ji bo Iraqekê pir zehmet e ku bi rêya hilbijartinan çareseriyekê bibîne ku Îran, Tirkiye, Amerîka û heta Îsraîl jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Nikare hikumetê ava bike, nikare serokkomar hilbijêre. Pirsgirêkên aborî-siyasî pir bûne û heta qirikê di nava gendeliyê de maye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe ne xwedî perspektîfeke siyasî ye û vîna xwe ji dest daye. Di bin kontrola navendên desthilatdariyê de tê birêvebirin û şerên wesayetê lê dewam dikin. Rewşa heyî rê li ber nakokiyên mezhebî û etnîk vedike. Her wiha nakokiyên di navbera şîe, sunnî û Kurdan de jî îhtîmala xwe heye ku bibin sedema şer û girseyên wan ên demildest ji bo şer mobîlîze dibin jî hene.

ŞERÊ DI NAVBERA ŞÎEYAN DE DÊ KARESAT BE

Pevçûneke di navbera şîeyan de dê ji bo Iraqê karesat be. Dê pevçûneke muhtemel bandorên xwe li ser tevahiya herêmê hebin. Dînamîkên wê dê bibin sedema şer û pevçûnan. Bêyî lihevkirinekê dê parçebûna de facto zêde bibe û heta guherînên pergalî jî dê pêk bên. Tirkiye, ji bo kûrbûna vê aloziyê devê xwe ditehmijîne û yekser bi Tirkmenên li Kerkûkê re derket holê û peyama 'ev der nabe Bexda' da. Tevî ku hêzeke wan a bi vî rengî nîn e jî, li pey reftaran ketine. Tirkiyê ji pevçûnan sûd wergirt da ku bi êrişên bi balafirên bêmirov li Şengal, Mexmûr û Kifriyê komkujiyan pêk bîne.

Sedema herî girîng a ku Iraq were vê rewşê bêaramiya siyasî û pergala destûrî ye. Dibe ku pênaseya bêpergaliyê rasttir be. Ev sîstema ku xwe dispêre mezheban û parçetîtiyê, ji bo vejîna krîz û nakokiyan gelekî guncaw e. Ji bo vê jî hêza hikumetên qirêjî jêneger dibe. Bertîl û gendelî bûne rêbaza meşandina siyasetê. Tenê ji bo ku ji qirêjiya ku tê re derbas dibe xilas bibe, paqijkirina mîdeyê têrê nake. Heta ku qirêjiyê vala neke, dê her tim şîdetê derxe û li ber destwerdanên derve bê parastin be.

HEMÛ ALIYAN JÎ DI NAKOKIYA HEYÎ DE BANDORA XWE HEYE

Serhildana dawîn veguherî şerê ji bo desthilatê yê di navbera neteweperestiya Ereb û şîeyan û şîeyên desteka xwe ji Îranê digirin. Rikeberiyek di navbera oldarên Qûmê û yên Necefê de heye ku daxwaza wan birêvebirina Iraqê ye. Hevrikî bi tenê di navbera şîeyan de jî nîn e. Kurd jî li ser hikumeta ku li Bexdayê were avakirin, hevgirtî nîn in. PDK piştgiriya komên alîgirên Iraqê dike, YNK piştgiriyê dide şîeyên alîgirên Îranê. Rewşa sunniyan jî heman e. Tirkiye bi destê hevkara xwe PDK'ê tev li lîstikê dibe, NY û DYA-Îsraîl jî pişta komên dijberî Îranê miz didin.

Rastiya ku di siyasetê de xwedî hêza leşkerî bûyînê, di têkoşîna ji bo desthilatdariyê de avantajên girîng pêşkêş dike. Ji ber ku serokwezîrekî mîna Kazimî bêyî çalakiyeke siyasî û leşkerî di pozîsyoneke lihevkirî de ye û di nava hevsengiyan de dilîze, nikare rewşa heyî îdare bike. Her çend pirsgirêk di navbera şîeyan de xuya dike jî, di esasê xwe de di vê pevçûnê de para hemû partiyan heye. DYA, Kurd, sunnî, Îran û şîeyên Iraqê yên pê ve girêdayî, di neavakirina hikumetê de xwedî roleke girîng in.

Her çend wisa xuya bike ku dê ev nakokiyên heyî veguherin şer jî, ji vekişîna Sedr a ji siyasetê xuya dibe ku dê pir berfireh nebe. Li gorî vê yekê, rawestandina van pevçûnan dê neyê wê wateyê ku pirsgirêk çareser bûne. Îhtimaleke mezin e ku di hin aliyan de bi tawîzan lihevkirinek çêbe. Îhtîmal heye ku bi hilbijartineke nû pirsgirêkan paşve bidin. Mudaxaleya li Rojhilata Navîn a ku bi Iraqê dest pê kir, Iraqeke ku gule li her du çokên wê ketine, ava kir. Gel li ser dewlemendiyê rûniştiye lê di nava hejariyê de ne, ji Îranê nerjiyê îthal dikin û li gel ku li ser asta cîhanê rezervên xwe yên petrolê hene jî elektrîka wan nîn e. Nabe ku Iraqeke bi vî rengî di demeke kurt de baş bibe.

ÇARESERÎ TEZÊN RÊBER OCALAN ÊN JI BO KRÎZA ROJHILATA NAVÎN E

Her çend Kurd di siyaseta navxweyî ya Iraqê de xwedî roleke sereke bin jî, korbûna siyasî ya PDK'ê dûrî avakeriyê ye. Li gorî berjewendiyên Tirkiyê bûye amûrek ji bo destwerdana li siyaseta Iraqê. Erdogan kêfxweşiya xwe ya li ser vê mijarê anî ziman û behsa têkoşîna li dijî PKK’ê kir û got ku ew ‘li gel PDK’ê di pozîsyoneke baş de ne û hêvî dikim ku bi hilbijartinên serokkomariyê re jî baştir be.’ Ji bo vê jî namzetiya PDK'ê ya ji bo serokkomariyê ya dijberî YNK'ê, bû sedem ku YNK zêdetir nêzî Îranê bibe û Kurd jî ji meşandina polîtîkayeke hevpar mehrûm kirin.

Avadaniya siyasî ya li Iraqê, heta ku demokrasî lê pêk neyê, dê nikaribe ji pirsgirêkên xwe yên binyadî rizgar bibe. Şerekî korane dibe ku aliyekî têk bibe, lê nikare çareseriyên mayînde çêke. Çareserî tezên rêber Abdullah Ocalan e ku li ser krîza Rojhilata Navîn pêşkêş kirine. Pêdiviya sîstemê bi reformê heye, ne bi restorasyonê.