`Azadiya rêber Ocalan dê aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne`

Însiyatîfa Azadiya rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bi dirûşma “Îmralî deriyê aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê ye”, semînereke diyalogê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya rewşenbîr û siyasetmedaran li dar xist.

`Azadiya rêber Ocalan dê aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne`
`Azadiya rêber Ocalan dê aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne`
`Azadiya rêber Ocalan dê aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne`
`Azadiya rêber Ocalan dê aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne`
`Azadiya rêber Ocalan dê aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne`
`Azadiya rêber Ocalan dê aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne`
`Azadiya rêber Ocalan dê aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne`
`Azadiya rêber Ocalan dê aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne`
`Azadiya rêber Ocalan dê aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne`
1 îlon, 2022   17:45
HELEB

Îro Însiyatîfa Azadiya rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dirûşma “Îmralî deriyê aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê ye”, semînerek diyalogê bi beşdariya bi dehan rewşenbîr û siyasetmedar, li dar xist.

Komxebat li parka rêber Ocalan a gundê Pino yê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin.

Di serî de endama însiyatîfê Selwa Hisên naveroka sereke ya komxebatê eşkere kir.

FIKRÊ RÊBER OCALAN AŞTÎ KIRIYE ARMANCEKE STRATEJÎK

Di komxebatê de girîngiya aştiya derûnî û civakî û rola wê di avakirina civakeke xurt û hevgirtî û de û hat gotin ku divê bingeh, girêdana têgeha aştiyê bi koka wê ya mirovî û hevbeş. 

Selwa Hisên wiha domand: “Li ser vê esasê avakirina projeyeke rêxistinî yan jî îdeolojî divê aştiyê ji xwe re wek stratejiyekê bibîne, eger ne wiha be ew proje dê kêm be û bê bawerî be.”

Di dawiya axaftina xwe de Selwa Hisên teqez kir ku rêber Ocalan di projeya xwe ya neteweya demokratîk de hertim bi navê aştiyê bang dike û Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre fikrê rêber Ocalan aştiyê ji xwe re armanceke stratejîk digire.

NETEWEYA DEMOKRATÎK PIRSGIRÊKÊN HERÊMÊ ÇARESER DIKE

Nivîskar û rojnamevanê Misrî, Ilhamî El Milîcî bi peyameke bi dîmen de tev li semînerê bû û diyar kir ku tunebûna aştiya civakî û aştî bi giştî ji ber wê yekê ye ku nirxên paqij ên ku fîlozof û pêxember pê bang dikirin wek dadmendî, azadî û demokrasiyê nemane.

El Milîcî destnîşan kir ku ev nirxên bilind ji tevahiya gelên herêmê re jiyaneke azad û serfiraz misoger dike.

El Milîcî projeya rêber Ocalan a neteweya demokratîk wek çareseriya kirîzên Rojhilata Navîn da nasîn.

 ‘KURDÊ AZAD NÛNERTIYA NASNAMEYA RESEN A ROJHILATA NAVÎN DIKE’

Têkildarî mijarê, mamosteyê zanîngehê Kamîran Berwarî bi peyameke bi deng diyar kir ku rêber Ocalan jiyana xwe di oxira têkoşîna ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd û gelên bindest de, xerc kiriye.

Berwarî destnîşan kir ku rêber Ocalan ji nêzî 24 salan ve ji dema ku li Îmraliyê dîl hatiye girtin de, wek girtiyekî navneteweyî rewşên xerab dijî û gotina şehîd Kemal Pîr anî ziman ku dibêje: “Azadiya gelê Tirk di azadiya gelê Kurd re derbas dibe.”, her wiha gotina rêber Ocalan a ku tê de diyar kir ku Kurdê azad nûnertiya nasnameya resen a Rojhilata Navîn dike, anî ziman.

Di dawiya axaftina xwe de Berwarî destnîşan kir ku tirsa ji qirkirinê li cem gelek civakan derketiye, ji ber ku çekên vê serdemê dikarin wê yekê bikin, ji ber wê jî divê di çareserkirina pirsgirêkan de aştî vebijêrka sereke be.

EM BI RÊBER OCALAN Ê KU GEL BI ÎRADEYA WÎ YA AZAD BAWER E, SERBILIND IN

Endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Niştîmanî ya Civakî ya Sûriyê û berpirsê şaxê Helebê, Telal Hûriyê diyar kir ku ew rêber Ocalan wek qehremanekî niştîmanî dibînin ku nûnertiya îradeya sûriyan li hember zordestan mîna dagirkeriya Tirk dike.

Her wiha destnîşan kir ku ew wek Partiya Niştîmanî ya Civakî ya Sûriyê di Roja Cîhanê ya Aştiyê de bawer in ku aştî ew e ku dewletên êrişker bi mafên azadî û aştiyê yên gelên bindest îtîraf bike.

JI BILÎ YEKITIYÊ EM NIKARIN AŞTIYÊ PÊK BÎNIN

Her wiha, Merwan Esaf bi navê Eniya Gelêrî ya Demokratîk a Guhertinê wiha axivî: “Ez di yekitiya gelan li ser esasa projeya demokratîk, nenavendî, azadî û wekheviyê de çareseriya kirîzên herêmê dibînim, ji bilî yekitiyê em nikarin aştiyê bi dest bixin.”

Beşdarên semînerê nêrînên xwe der barê girîngiya yekkirina nêrîn û xebatan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan de bû û li gorî wan ji ber ku azadiya gelên bindest bi azadiya rêber Ocalan ve girêdayî ye.

Her wiha di semînerê de sînevîzyonek têkildarî axaftina parêzera rêber Ocalan Newroz Weysel hate pêşandan ku tê de geşedanên hiqûqî yên ku ji bo têkbirina tecrîda li ser rêber Ocalan û avakirina têkiliyan di navbera wî û gelên azad de tên kirin, anîn ziman.

Di dawiya komxebatê de fedakarî û têkoşîna rêber Ocalan hatin silavkirin.

(mh)

ANHA