Komxebata Hiqûqî ya parastina rêber Abdullah Ocalan li Reqayê li dar ket

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya Sûriyê bi dirûşma “Di çarçoveya tecrîd û darizandina ne hiqûqî de parastina rêber Apo dike” komxebata hiqûqî ya parastina rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Yekitiyê komxebata xwe bi encamnameykê bidawî kir û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi hemû rêbazên hiqûqî kir.

Komxebata Hiqûqî ya parastina rêber Abdullah Ocalan li Reqayê li dar ket
Komxebata Hiqûqî ya parastina rêber Abdullah Ocalan li Reqayê li dar ket
Komxebata Hiqûqî ya parastina rêber Abdullah Ocalan li Reqayê li dar ket
Komxebata Hiqûqî ya parastina rêber Abdullah Ocalan li Reqayê li dar ket
Komxebata Hiqûqî ya parastina rêber Abdullah Ocalan li Reqayê li dar ket
Komxebata Hiqûqî ya parastina rêber Abdullah Ocalan li Reqayê li dar ket
1 îlon, 2022   17:23
 REQA

Gelek hiqûqnas û Rewşenbîrên herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li komxebatê bûn.

Di komxebatê de, serokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El Hesen axivî û got: “Komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan, ji bo razîkirina dewleta Tirk û berjewendiyên dewletên kapîtalîst pêk hat ku fikr û felsefeya wî qebûl nakin ji ber li ser xwe û projeyên xwe li Rojhilata Navîn xetere dibînin.”

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mişleb El Tirkan behsa tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, koordîneya di navbera îstixbaratên dewletan de ji bo dîlgiritna rêber Abdullah Ocalan kir, ji çûyîna wî ya Rûsyayê, piştre Amerîkayê û herî dawî li Kenyayê ku dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin, piştre hat darizandin û cezayê muebedê lê hatin birîn.

Serokê Însiyatîfa Parastina rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzir axivî û got: “Îro 1`ê Îlonê ye Roja Cîhanê ya Aştiyê ye. Di vê rojê de beriya 25 salan yanî di 1-9-1998`an de rêber Abdullah Ocalan rawestandina hemû operasyonên leşkerî yên yekalî, pêkanîna çareseriya aştiyane ya demokratîk û rawestandina rijandina xwînê ragihand.”

Muzir behsa dek û dolapa ku di encamê de rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin kir. Piştre got: “Di hilbijartinên 6-6-2015`an de, hêviyên Erdogan bi bin ketin, dema li hember HDP`ê bi bin ket. Piştî wê dest bi tengavkirina azadiya siyasî ya kurdan û rêber Abdullah Ocalan kir. Lê rêber Ocalan gihaşt wê qenatê ku heke hezar salî bijî jî, nedigihişt rastiya modernîteya kapîtalîst ku desthildarî, dogmatizm, etnîsîte û netewbûn yek ji girîngtirîn dozên ku herêm û cîhanê dikişîne tengasiyê û Rastiya netewdewletê ya heyî li herêmê, dijminatî di navbera gelên hevbeş de belav kiriye.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, hiqûqnasên beşdar nêrînên xwe parve kirin û destnîşan kirin ku divê tecrîd bi dawî bibe û li gorî qanûnan rêber Abdullah Ocalan yekser serbest bê berdan, ji ber ev qanûn dibêjin muebed 20 sal e, lê tevî derbasbûna vê demê jî, desthilata Tirk hicetan derdixe da ku rê nede vê yekê.

Di dawiya komxebatê de hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mişleb El Tirkan encamnameya dawî ya komxebatê xwend.

Encamname wiha ye:

1-Lidarxistina werşeyên hiqûqî yên taybet li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwegihandina rêxistin û sandîqeyên hiqûqî yên herêmî û navneteweyî bi taybet Yekitiya Parêzeran a Ereb û Komkera Erebî.

2-Lidarxistina kongreyeke hiqûqî li ser asta Rojhilata Navîn der barê komploya li dijî birêz Abdullah Ocalan û bandora wê li ser Rojhilata Navîn de di 8-10-2022`yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

3-Bang li hêzên aştiya cîhanî û rêxistinên mirovî were kirin da ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bidawî bibe.

4-Xurtkirina çalakiyên hiqûqî û diyagolê ji bo diyarkirina rêbazên revandinê, darizandinê û ferzkirina tecrîdê li ser birêz Abdullah Ocalan.

5-Avakirina yekitiyeke parêzeran li ser asta Rojhilata Navîn ji bo rêgirtina li pêşiya siyasetên li dijî hiqûqan ku li dijî gelên Rojhilata Navîn pêk tên. Di serî de sûcên li dijî birêz Abdullah Ocalan.

6-Xwendina nameya ji CPT`yê re hatî şandin ku 601 parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser îmze kiriye û banga bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî dikin.

ANHA